26 March 2025 - 23:17
Nêrîna cîhanî li ser eşkerekirina bajarê mûşekî yê Îranê/ "Volkanek Bêdeng bi Peyameke zelal ji Rojava re"

Hevdem li gel gefên Amerîkayê yên li dijî Îranê, eşkerekirina bajarê mûşekî yê Sipahê Pasdaran li kûrahiya 500 metreyan, di medyayên cîhanî de cîh girt. Van dezgehên ragihandinê bajarê nû yê mûşekî yê Îranê wek “volkaneke bêdeng” dan nasîn ku dikare di demek herî kurt de were aktîfkirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Ragîhandina bajarê nû yê mûşekî yê Komara Îslamî ya Îranê, di medyayên cîhanê de cih girt.
Tora CNN a Amerîkî, amaje bi danasîna bajarê nû yê mûşekî yê Îranê, nivîsî: Medyayên Îranê behsa berhemanîna mûşekeke nû ya taybet kirine.
Tora hanê li ser zarê wêneyên belavbûyî yên vî bajarê behrê ragihand: Fermandarê Hêza Hewayî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî bajarê nû yê mûşekî bi "volkaneke bêdeng" wesif kir. "Îranê ev baregeh li dijî Îsraîlê di Cotmeh û Nîsanê de bikar anî."
CNN jî li ser daxuyaniyên fermandarê pasdaran nivîsî: Îran mûşekeke nû ya taybet çêdike. Armanca Îranê ew e ku desthilatdariya xwe nîşan bide.”
Tora Sky News a Amerîkî jî, amaje bi danasîna vî bajarê mûşekî de, amaje bi gotinên Fermandeyê Sipahê Pasdaran, lîwa Hacîzade jî kir ku sala borî gotibû: "Eger ji îro pê ve her hefte dest bi vekirina bajarekî mûşekî yên Îranê bikin, ev rûdan piştî du salan bidawî nabin."
Kovara Newsweek jî mûşekên ku di vî bajarê mûşekî de hatine nişandan bi "qewim" bi nav kir û nivîsî: Ev sêyem navend e ku di heyama kêmtir ji mehekê de tê eşkere kirin, ku ev yek nîşana zêdekirina şiyanên leşkerî yên Îranê di nava zêdebûna kêşeyên digel Amerîka û Îsraîlê de ye.

Nêrîna cîhanî li ser eşkerekirina bajarê mûşekî yê Îranê/ "Volkanek Bêdeng bi Peyameke zelal ji Rojava re"

Tora Erebî ya Siûdî jî ragihand: Biryara Îranê ya eşkerekirina şiyana mûşekî ya nû berî destbikarbûna Donald Trump, peyameke zelal e ji bo Rojava.
Malpera nûçeyan a “First Post”a Îngîlîzî jî gotarek bi sernavê “Volkana Bêdeng; Îran bajarê nû yê mûşekî eşkere dike li gel zêdebûna aloziyan li Rojhilata Navîn” belav kiriye: “Di nava zêdebûna aloziyan de, Îranê bajarê xwe yê nû yê mûşekî eşkere kir”.
Malpera nûçeyan wiha dewam kir: Ev bajarê mûşekî di du operasyonên Îranê yên li dijî Îsraîlê de hatiye bikaranîn.
Rojnameya “Delîy Rap” a Brîtanî jî di raporekê de nivîsî: Hevdem hevdem li gel danasîna bajarê nû yê mûşekî yê Îranê bi navê “Volkana Bêdeng”, medyayên vî welatî ragihandine ku ev volkan dikare di herî kêm dem de çalak bibe.

Nêrîna cîhanî li ser eşkerekirina bajarê mûşekî yê Îranê/ "Volkanek Bêdeng bi Peyameke zelal ji Rojava re"

Belavoka Brîtanî di berdewamiya axaftina xwe de ji zarê rojnama Jerusalem Post ku li Filistîna dagîrkirî belav bûye nivîsî: “Hêzên Îsraîlî ji êrîşa nêzîk a Îranê bo ser Îsraîlê nîgeran in. "Eger Îran biryara êrîşa li ser Îsraîlê bide, ev dê bibe sêyemîn êrîşa Îranê ya rasterast li dijî Îsraîlê."

Rojnameya Sputnik a Rûsî bajarê roketan "ecêb" bi nav kir û nivîsand: Rojnameya Jerusalem Post jî di gotareke cuda de amaje bi mûşekên li bajarê mûşekî yê "Volkana Bêdeng" kir û wiha got: "Yek ji mûşekên ku li vî bajarê mûşekî hene, mûşeka Qadr e, cure mûşekeke dûravêj-erd a ku di serî de moşeka

200 hatiye avêtin jimareke mezin ji bombeyan date bikirin."

.....................

Dawiya peyamê

 Etîketên

Şarê Rokêt

Mîdyaya Pasdarên

 Şoreşa Îranê

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha