Li gorî rapora ajansa nûçeyên navneteweyî Ehl-ul-Beytê (s.x) – ABNA –- Amarên hikûmetê li Endonezyayê nîşan didin ku hejmara kuştiyên rabûna lehiyê û qelişîna erdê ji ber bahozê li sê parêzgehên Endonezyayê gihîştiye 908 kesan û 410 kes jî bê ser û şûn bûne.Di encama bahoz û rabûna lehiyê de 200 kesî li başûrê Tayland û Malezyayê canê xwe ji dest daye. Komên ku wekî komên kesk tên naskirin, li başûr- rojhilatê Asyayê ragehandin ku jinavbirina daristanan ji ber xebatên kanza û madenan û birrîna daran li van welatan bûye sedem bandorên bahoz û lehiyê li van welatan pir wêranker bibin.Wezareta Jîngehê ya Endonezyayê jî ragihand ku xebatên şîrketên ku di têkdana jîngehê de rola xwe hene, bi awayekî demkî rawestandiye.
Rêxistina Kontrolkirina Qeyranê ya Endonizyayê ragihand ku lehiya wêranker û qelişîna erdê li girava Sumatrayê bûye sedema candayîna zêdetirî 900 kesî.
Your Comment