Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê(S.X)-ABNA-Parêzgarê eyaleta Florîda ragihand ku Ixwan ul-Muslimîn û Konseya Têkiliyên Amerîka-Îslamî (CAIR) wek du rêxistinên terorîst ên biyanî li vê eyaletê hatine binavkirin.
Li gor vê biryarê, pêwîst e hemû dezgehên eyaleta Florîda, ji bo rêgirtin li her çalakiyên neqanûnî yên van her du rêxistinan, tedbîrên qanûnî yên pêwîst bigirin; di nav de bêparkirina her aliyekî ku alîkariya darayî dide wan. Ev çalakî piştî eyaleta Teksasê ya duyemîn e.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di Mijdara 1404an de fermanek îcrayê derxist, ku bû bingeh ji bo binavkirina hin şaxên Birayên Misilman wek rêxistinên terorîst ên biyanî; Biryareke ku encamên wê yên siyasî û ewlekarî ji Rojhilata Navîn heta herêmên din ên cîhanê ku şaxên vê komê lê amade ne.
Qasra Spî di daxuyaniyekê de li ser tora civakî ya "X" ragihand: "Serok Trump fermanek îcrayê îmze kir ku tê de ji Wezîrê Derve û Wezîrê Xezîneyê tê xwestin ku lêkolînê bikin ka hin şaxên Birayên Misilman di nav rêxistinên terorîst ên biyanî de ne û wekî terorîstên cîhanî werin destnîşankirin."
Li gorî vê fermana cîbicîkar, Waşîngton dê dest bi proseya tesnîfkirina şaxên Îxwanan li welatên wek Lubnan, Urdun û Misirê bike, bi hinceta desthilatên Qanûna Koçberî û Netewî û yasaya Hêzên Aborî yên Awarte ya Navdewletî.
Hikûmeta Amerîkî îdia dike ku van şaxên hanê dest bi kiryarên tund kirine, bûne sedema bêîstiqrarî û metirsiyek rasterast li ser berjewendiyên Waşington û hevalbendên wê. Di vê fermanê de her wiha hatiye gotin ku baskên Îxwanan piştî 7ê Cotmehê (15ê Mehra 1402) beşdarî yan jî hêsankarî li hin êrîşan kirine û serkirdeyên wan jî dest bi êrîşan li dijî hevkarên Amerîkayê kirine.
Li gorî vê biryarê, pêwîst e wezîrên derve û xezîneyê di nava sî rojan de piştî derxistina fermana cîbicîkirinê, raporteke berfireh pêşkêşî serokomarê Amerîkayê bikin. Dê wê hingê çalakiya qanûnî dest pê bike, di nav de cemidandina samanên şaxên armanckirî, qedexekirina her danûstendina darayî bi wan re, şopandina torên darayî yên navneteweyî, û sepandina sînorkirinên giran ên rêwîtiyê û vîzeyê li ser serokên wan.
................................
dawiya peyamê/
Tags
Florida
Birayên Misilman(Ixwan ul-Muslimîn)
Encûmena Peywendiyên Amerîka-Îslamî
koma terrorist
Your Comment