9 December 2025 - 21:50
Li Herêma Kurdistanê baran û lehî rabû; Sê kuştî û çar jî birîndar bûn

Îraq li Herêma Kurdistanê – Piştî çend demjimêran ji lehiya li Çeçmalê, amaje bi kuştina 3 kesan û birîndarbûna çend welatiyan dikin. Di dema ku tîmên rizgarkirinê ji bo vekirina rêyên sereke dixebitin

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê(S.X)-ABNA- Nûçeya Kordpressê, piştî lehiya dijwar li bajarê Çemçemal, hejmara qurbaniyên vê bûyerê zêde bûye û herî kêm 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dane. Berpirsên xwecihî û dezgeha saxlemiyê mirina çend welatiyan û ziyanên mezin li mal û avahiyên hikûmetê piştrast kirin.

Remak Remezan qaymeqamê bajarê Çemçemal ragihand: Bi sedema lehiyê dîwarek bi ser welatiyekî de hilweşiya û jiyana xwe ji dest da. Bi gotina wî, navê vî welatî Omer Seîd Emîn bûye û temenê wî 53 saliye.

Qaymeqamê Çemçmal got jî: av derbasî gelek dezgehên hikûmetê bûye û ziyanên mezin gihiştine malên welatiyan.

Ji aliyeke din ve qaymeqamê bajarê Çemçemal di daxuyaniyekê de ragehand ku, di encama lehiya çend demjimêrên derbasbûyî de bi giştî 6 welatî bûne sedema qezayê ku 2 ji wan canê xwe ji dest dane û 4 welatiyên din jî birîndar bûne.

Di vê daxuyaniyê de, sersaxî û hevxemiya xwe ji bo malbatên şehîdan xwest, ji bo birîndaran şifaya lezgîn dixwazin û tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku hemû saziyên pêwendîdar di hişyariyê de ne û rêveberiya bajêr ji ti hewldanan nanerin.

Di heman demê de Rêveberiya Tenduristiya Çemçemalê jî tomarkirina haleteke nû ya mirinan ragihand. Şerîf Rehîm cîgirê rêvebirê tenduristiyê yê Çemçemal ragihand: Di encama vê lehiyê de welatiyekî temen 73 salî ku di sala 1953’an de û rûniştvanê taxa Şorûş bû, jiyana xwe ji dest da û termê wî bo nexweşxaneyê hate veguhestin.

Wî hişyarî da ku îhtîmala bûyerên din jî hene, lê heta niha bi fermî ji bo navendên pizîşkî nehatine veguhestin.

Hevdem ligel van geşedanan, çavkaniyeke herêmî ragihand ku rêya sereke ya Silêmanî-Kerkûkê li aliyê Tasloce, Bazian, Tekye, Çemçemal ji ber lehiyê girtî ye û tîmên hawarhatinê heta niha jî alîkarî û rizgarkirina birîndaran dikin.

Hevdem ligel berdewamiya barîna baranê li Herêma Kurdistanê, hişyarî jî derbarê zêdebûna tundiya baranê û metirsiya rabûna lehiyê bi taybetî bi şev hatin dayîn.

………………..

Dawiya peyam

Your Comment

You are replying to: .
captcha