?>

176 koçberên din ji Belarusê vegeriyan Herêma Kurdistanê

176 koçberên din ji Belarusê vegeriyan Herêma Kurdistanê

Karwanekî din ê koçberan bi rêya balafirgehê ji Mînska paytexta Belarusê gihîşte Hewlêra paytexta Herêma Kurdistana Iraqê.

ABNA24 : balafira ku gihîşte Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê, 176 koçber tê de bûn û bi rêya hêsankariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê geşta xwe pêk anîn.

Koçberek ku xelkê Ranya ye, tevî spasiya bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ragihand; tiştê ku li ser wekhevî û mafên mirovan têne gotin hemû derew in û gelek êşkence li koçberan dikin.

Herwiha ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz kir ku alîkariya vegera wan koçberan bike û got: “Nahêlin koçber ji sînorê navbera Belarus û Polandayê vegerin Mînska paytexta Belarusê.”

Koçberê ku vegeriya eşkere kir; hewaya wê derê gelek sar e û polîsê Belarusê êşkence li koçberan dikin.

Herwiha koçberekî din jî ji K24ê re ragihand: “Ez hêvî dikim kes nekeve destê derewên qaçaxçiyan û wan bawer nekin.”

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*