Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Ebas Eraqçî, peyamek ji bo Sekreterê Giştî yê Hizbullahê yê Libnanê, Şêx Neîm Qasim şand.
Di naveroka vê peyamê de bal hatiye kişandin ser van xalên girîng:
Soza Piştgiriyê: Komara Îslamî ya Îranê dê heta kêliya dawî dest ji piştgiriya tevgerên azadîxwaz û mafxwaz, bi taybetî Hizbullahê berxwedêr û serkeftî bernede. Ev soz, soza me ya bi rêberê me yê şehîd, Hezretî Ayetullah Ozma Seyid Elî Xamineyî (rehma Xwedê lê be) ye.
Girêdana li ser agirbestê: Ji wan kêliyên destpêkê ve ku hin welatên herêmê bi mebesta kêmkirina rageşiya di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de wekî navbeynkar ketin dewrê, Îranê bi awayekî cidî tekez li ser wê yekê kir ku her cûre peymanek divê bi pêkanîna agirbestê li Libnanê ve girêdayî be.
Pêdiviya domdar: Ev mijara girîng heta îro wekî prensîbeke neguherbar maye û yek ji daxwazên rewa yên dewlet û gelê qehreman ê Îranê ye û dê wiha jî bimîne.
Pêşniyara dawî: Di pêşniyara herî dawî ya ku Komara Îslamî ya Îranê bi rêya navbeynkarekî Pakistanî bi mebesta bidawîkirina mayînde û domdar a şer pêşkêş kiribû, cardin tekez li ser pêwîstiya şûmûlbûna Libnanê di vê agirbestê de hat kirin.
……………..
Dawiya Peyam
Etîket (Berçavk):
-
Seyid Ebas Iraqçî
-
Hizbullahê Libnanê
Your Comment