24 May 2026 - 11:22
Source: Kurd Press
Nêçîrvan Barzanî û Ebas Eragçî li ser geşedanên herêmê axivîn

Hewlêr – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Ebas Eragçî, bi rêya telefonê bi hev re axivîn û li ser rewşa hesas a herêmê şêwirîn.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —Li gorî daxuyaniyeke fermî, di hevdîtina ku şeva borî (22ê Gulana 2026an) pêk hat, her du aliyan tekezî li ser xurtkirina peywendiyên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de li gel Îranê kirin. Bi taybetî bal hat kişandin ser pêşxistina danûstandinên aborî û bazirganî, her wiha li ser baştirkirina hemahengiya ji bo parastina ewlehiya sînoran nêrînên xwe bi hev re parve kirin.

Di beşeke din a vê pêwendiya telefonî de, Barzanî û Eragçî li ser geşedanên dawî yên li navçeyê rawestiyan. Her du aliyan bal kişandin ser girîngiya hewlên hevbeş ên welatên herêmê ji bo dabînkirina aramî û ewlehiya li Rojhilata Navîn.

Di hevdîtinê de her wiha gelek mijarên din ên ku cihê eleqeya her du aliyan in, hatin guftûgokirin.

………….

Dawiya Peyam

Your Comment

You are replying to: .
captcha