Li gorî ajansa nûçeyan a Ehlul-Beyt (s.x) – ABNA–Piştî bilindbûna rexneyên saziyên navneteweyî yên futbolê li ser serokê FIFAyê, serokkomarê Amerîkayê di destwerdaneke eşkere de, ji kar avêtina muhtemel a Gianni Infantino wekî «şaşiyeke hovane» bi nav kir û li dijî wê derket.
Donald Trump çend saet berê di malpera Truth Social de nivîsand:
«Ger FIFA bi her sedemekê, heta bi fikirîna şûngirtina Gianni Infantino jî bike, dê şaşiyeke hovane bike.»
Serokkomarê Amerîkayê bi bi navkirina serokê FIFAyê wekî kesekî «awarte», nivîsand:
«Wî nû serokatiya herî serkeftî ya Kûpaya Cîhanê ya di dîrokê de kiriye.»
Trump hişyarî da ku di nebûna Infantino de, pêşbaziyên Kûpaya Cîhanê ya futbolê «dê qet ne bi qasî vê serkeftî an qezencdar bin!»
Bêje ye ku Yekîtiya Futbolê ya Ewropayê (UEFA), Konfederasyona Futbolê ya Asyayê (AFC) û Konfederasyona Futbolê ya Amerîkaya Bakur, Navîn û Karîbê (CONCACAF) duh (19ê Tebaxê) di daxuyaniyeke hevpar de, serokê Federasyona Navneteweyî ya Futbolê (FIFA) bi tundî rexne kirin û daxwaza lêkolîneke bi temamî serbixwe li ser biryara wî ya dawî ya derbarê firotina beşek ji mafên bazirganî yên Kûpaya Cîhanê kirin.
Di vê daxuyaniyê de hatiye ku Infantino li pey planeke ku niha hatiye paşguhkirin, bi «fêlbaziyê» baweriya heyî xirab kiriye, «xwe ji komê bilindtir dîtiye» û sê konfederasyonan daxwaza lêkolîneke bi temamî serbixwe li ser bûyerên qewimî kirine.
Di dawiya daxuyaniyê de hatiye:
«Hêza futbolê hertim di yekîtiya wê de bûye. Niha em dixwazin ku rêz li vê yekîtiyê bê girtin û karbidestê berpirsiyar di xizmeta futbolê de be, ne ku li pey serdestiyê li ser wê be.»
Wan zêde kirin:
«Dema ku bawerî bi rêya fêlbaziyê winda dibe û kesek xwe ji komeke ku desthilatdariyê spartiye wî bilindtir dibîne, wê demê ev berpirsiyarî hatiye paşguhkirin.»
…………..
Dawiya Peyam/
Etîket: Gianni Infantino — FIFA — Trump
Your Comment