26 August 2026 - 22:36
Source: kmr.abna24.com
«Ayatullah Remezanî: Xebata cîhadî û îxlas ji stûnên sereke yên pêşketina şaristaniyê ne»

«Sekreterê Giştî yê Komela Cîhanî ya Ehlulbeytê (s.x) tevî spasîkirina ked û xebata karmendan di lidarxistina merasîmên veşartina Îmamê Şehîd û Çileya Îmam Husên (Erbeîn) de ragihand: Mêvandarî û rêberiya 100 mêvanên biyanî di nav 10 rojan de, nîşaneyek ji karê cîhadî, dilsozî û hevahengiya tevahiya komê bû.»

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlûbeytê (s.x) – ABNA – Di keşûhewayekî tijî bêhna Rebîul-Ewelê de û hevdem digel salvegera jidayikbûna pîroz a fexrê cîhana afirandinê Hezretê Muhammed Mistefa (s.x.a) û damezrênerê mezhebê Ceferî Îmam Ceferê Sadiq (s.x), hola civînan a Civata Cîhanî ya Ehlûbeytê (s.x) mazûvaniya civîneke germ û dilsoz bi amadebûna berpirsên payebilind, rêvebir û hemû karmendên Civatê kir. Di vê rûniştinê de ku bi mebesta pîrozkirina cejnên pîroz ên Rebîul-Ewelê û qedirgirtina ji destkeftên mezin ên îdarî, zanistî û navneteweyî yên kadroyên Civatê di du rûdanên mezin ên «Rêzgirtin û oxirkirina Îmamê Şehîd» û «Hemaseya Erbeîna Husêynî» de hat lidarxistin, Ayatullah Reza Remezanî, Sekreterê Giştî yê Civata Cîhanî ya Ehlûbeytê (s.x), axaftineke giştgir, exlaqî û şaristanîsaz pêşkêş kir.

Sekreterê Giştî yê Civata Cîhanî ya Ehlûbeytê (s.x) di vê axaftina xwe ya dirêj de, ligel spaskirina kûr ji bo tekoşîna şevûrojî ya kadroyên cîbicîkar, lojîstîk û zanistî yên Civatê, pêgeha stratejîk a Hefteya Yekîtiyê (Heftiya Wehdetê), rola Şecereya Teyîbe ya Besîcê û xebata cîhadî ya hikûmetê di şaristanîsaziya nûjen a îslamî de şirove kir. Her wiha bi berawirdkirineke dîrokî ya Şoreşa Îslamî ya Îranê ligel şoreşên mezin ên cîhanê, mu’cîzeya sekinîn û berxwedana 47 salî ya vî sîstemî anî ziman. Wî her wiha bi vekirina deriyekî kûr li ser aliyên civaka exlaqî ya pêxemberî û zagonên wê yên zêrîn, Erbeîna Husêynî wek platforma parzûnkirina mezin a dîroka hevdem û zemînesaza zuhûrê bi nav kir.

Şirovekirina stratejiya Quranî ya Hefteya Yekîtiyê û desthilata hevgirtî ya ummeta îslamî

Ayatullah Remezanî axaftina xwe bi pîrozkirina cejnên Rebîul-Ewelê dest pê kir û bi nîşandana spasiyeke bêsînor ji bo xebatên fedakaraneyên karmendên Civatê di organîzekirina bernameyên oxirkirina Îmamê Şehîd û Erbeîna Husêynî de got: «Ev civîna bi heybet, derfeteke guncav e ji bo qedirgirtina ji têkoşînên dilsozane ku bûne sedema serbilindiya Civatê di qadên navneteweyî de.» Wî bi amajekirina li ser hevrastbûna van rojên pîroz digel Hefteya Yekîtiyê eşkere kir: «Yekîtiya misilmanan hînkirineke resen, kûr û sereke ya Quranê ye ku her tim ji aliyê Îmamên Mehsûm (silavên Xwedê li ser wan bin) ve hatiye tekezkirin; her wiha Îmamê Rehmetî û Rêberê Bilind ê Şoreşê jî di maweya zêdetirî sê dehsalên borî de rêbernameyên pir girîng di vî warî de pêşkêş kirine.»

Sekreterê Giştî yê Civata Cîhanî ya Ehlûbeytê (s.x) di berdewamiyê de bi şirovekirina cewherê rastîn ê yekîtiyê di sîstema zanînên îslamî de da zanîn: «Yekîtiya di navbera misilmanên cîhanê de qet nayê wateya destberdana ji baweriyên olî yan yekkirina wan; belkî heqîqeta yekîtiyê, heman “nebûna pevçûnê di navbera ummeta îslamî de” û piştsipartina bi xalên hevpar ên mezin ên dînê pîroz ê Îslamê ye.»

Wî li hember planên parçeker ên mêtinger û kolonyalîstan hişyarî da û got: «Heke ev yekîtiya stratejîk û kûr di navbera girseyên ummeta îslamî û dewletên misilman de çêbibe, dê bibe sedema pêkhatina hêz û desthilateke berfireh a siyasî, çandî, olî, zanistî û leşkerî di cîhana îslamî de.» Wî her wiha got: «Ev desthilata bêhempa, civakên îslamî digihîne asteke wisa bilind a şiyanê ku deriyên bandor û ketina dijminan bi tevahî tên girtin û welatên îslamî heta hetayê ji bin lepên mêtingerî, îstîsmar û girêdayîbûnê rizgar dibin.»

Ayatullah Remezanî tewhîd wek bingehê sereke yê rêkxistina pêwendiyên civakî û rûmeta mirovî hejmart û tekez kir: «Nêrîna yekxwedayî (tewhîdî) ya Îslamê fêrî me dike ku rûmeta mirovan bê parastin, li hember zilm û zordariyê li her derê rawestin çêbibe û li dijî her faktora ku ummeta îslamî ber bi perçebûn yan girêdayîbûnê ve dibe têkoşîn were kirin; ji ber vê yekê, mijara yekîtiyê ji bo me ne taktîkeke demkî, belkî stratejiyeke mayînde û jiyanî ye.»

Şecereya Teyîbe ya Besîcê, karê cîhadî yê hikûmetê û mu’cîzeya berxwedana 47 salî ya şoreşê

Sekreterê Giştî yê Civata Cîhanî ya Ehlûbeytê (silaven Xwedê liser wanbin) bi bibîranîna Hefteya Besîcê û Hefteya Hikûmetê, behsa pênaseya Şecereya Teyîbe ya Besîcê kir û got: «Besîc şecereyeke teyîbe ye ku di qada şaristanîsaziyê de xwedî roleke pir zêde û bêhempa ye.» Wî bi amajekirina bi teoriya qonaxên pênc-gavekî yên Şoreşa Îslamî ku ji aliyê Rêbertiyê ve hatiye ravekirin anî ziman: «Ev rê ji qonaxa Şoreşê — ku mu’cîzeyek bû — dest pê dike, piştre avakirina pergala îslamî, damezrandina dewleta îslamî, pêkhatina welatê îslamî û di encamê de, avakirina şaristaniya nûjen a îslamî digire nav xwe; lewma eger em dixwazin vê rêya şaristaniyê bi serkeftî bibirin serî, divê berhemên pîroz ên vê şecereyê roj bi roj ne tenê di navxweyê welat de, belkî bo qadên navneteweyî jî werin hinardekirin.»

Wî du pîvanên sereke ji bo pêkanîna vê şaristaniya mezin a îslamî destnîşan kir û got: «Zêdekirina zanîna kûr û xurtkirina motîvasyonên îlahî di hemû pêngavan de, du perên bingehîn ên şaristanîsaziyê ne; divê em di bername û çalakiyên xwe de ji nêrînên rûxarî derbas bibin û karên xwe bi niyeteke dilsozane û nêrîneke tewhîdî bimeşînin.» Wî Besîc wek dibistana eşqê bi nav kir û got: «Besîc dibistanek e ku mamosteyê wê yê mezin, ango Îmamê Rehmetî (r.e), dersa eşq, hezkirin, fedaîbûn, bexşîn, aqilmendî û manewiyatê nîşanî me da.»

Ayatullah Remezanî bi amajekirina bi erkên giran ên berpirsan di dewleta îslamî de tekez kir: «Dewleta îslamî heke bixwaze bibe pêşengê tevgera bilez a şoreşê ber bi armancên bilind ve, pêwîstiya wê ya teqez bi karê cîhadî, xebatker û dilsoz heye û nabe ku tewra bîskekê jî ji xizmetguzariya rastgo ji bo xelkê bêxem be.»

Wî di beşek ji axaftina xwe de Şoreşa Îslamî bi şoreşên mezin û dîrokî yên cîhanê re da ber hev û got: «Şoreşên mezin ên dinyayê hemû piştî demeke pir kin ji prensîbên xwe yên destpêkê dûr ketin; bo nimûne di Şoreşa Fransayê de, tenê piştî 10 salan dîktatorekî desthilatdar bi navê Napoleon Bonaparte hat ser kar; di Şoreşa Rûsyayê de jî tenê 5 sal piştî mirina Lenîn, Stalîn bi hatina xwe guherîneke kûr di prensîbên destpêkê de çêkir û araste guhert.»

Sekreterê Giştî yê Civata Cîhanî ya Ehlûbeytê (silaven Xwedê liser wanbin) bi baldarî li ser qedera şoreşên Çîn û Misrê got: «Şoreşa Çînê bi serokatiya Mao û şoreşa hemdem a Misrê jî piştî kêmtirî 2 salan bi tevahî ji armanc û prensîbên xwe dûr ketin; lê mu’cîzeya mezin a dîroka hevdem ew e ku tevî derbasbûna 47 salan ji temenê Şoreşa Îslamî ya Îranê, ev pergala pîroz bi rêberiya biaqil a Îmamê Rehmetî û Rêberê Bilind ê Şoreşê, bihêz û rawestiyayî li ser îdeal û durişmên xwe yên resen sekiniye û heman rêya rast dişopîne ku ev bi xwe îstîsnayeke dîrokî ya bêhempa ye û hêjayî lêkolîneke kûr e.»

Civaka exlaqî ya pêxemberî; yasayên zêrîn ên dînweriyê û wesyetnameya heftxalî ya îlahî

Ayatullah Remezanî careke din cejna jidayikbûna Pêxemberê Ekrem (Silaven Xwedê li wî û Ale wî bin) û Îmam Sadiq (s.x) pîroz kir û bi amajekirina li ser bereketên mezin ên meha Rebîul-Ewelê ji devê Mîrza Cewad Axa Melikî Tebrîzî di pirtûka pîroz a «Muraqebat» de anî ziman: «Bereketên vê meha pîroz ji bo tevahiya mirovahiyê ne, ji ber ku Pêxemberê rehmetê ji bo hemû cîhanê hatiye şandin.» Wî bi ronîkirina felsefeya sereke ya erka pêxemberên îlahî eşkere kir: «Mîsyona sereke ya hemû pêxemberan û bi taybetî ya Pêxemberê Mezin (S), avakirina “civakeke exlaqî” li ser bingeha nirxên bilind ên mirovî û îlahî bûye.»

Wî nêrînên ku exlaq tenê bi qadên takekesî sînordar dikin red kir û got: «Exlaqa îslamî xwedî giştgiriyê ye û ligel exlaqa takekesî, aliyên kûr ên exlaqa civakî, exlaqa siyasî û exlaqa îlahî jî dihewîne; çawa ku gelek rîwayet bi eşkereyî dibêjin taybetmendiyên baweriya rastîn di civakê de dertên holê û aliyên civakî yên dînweriyê pêk tînin.»

Sekreterê Giştî yê Civata Cîhanî ya Ehlûbeytê (s.x) bal kişand ser lêkolînên xwe yên berawirdî di dema mamostetiya doktorayê de li ser mijara «Exlaqa Cîhanî» ya Hans Küng (hizirmendê almanî) û nêrîna Elame Tebatebayî û got: «Yasayên zêrîn ji bo gihîştina bi exlaqa cîhanî bi awayekî herî bedew di hedîs û gotinên Pêxemberê Mezin (s.x.a) û Emîrul-Mumînîn Elî (s.x) de hene ku divê di asta navneteweyî de bên ravekirin.»

Wî bi xwendina hedîseke giranbiha ji Pêxemberê Mezin (s.x.a) derbarê heft wesyetên Xwedê bo wî, rêziknameya zêrîn a exlaqa civakî şirove kir û got: «Pêxemberê Ekrem (s.x.a) dibêje ku Perwerdegarê min heft tişt li min wesyet kirine; yekem îxlas di veşartî û eşkereyî de; duyem dadperwerbûn di dema dilxweşî û di dema hêrsbûnê de; sêyem nermî û hevsengî di navbera feqîrî û dewlemendiyê de; ji ber ku zêdegavî û kêmgavî di her duyan de dikare mirov nêzîkî kufrê bike, çawa ku di rîwayetan de hatiye “Nêzîk e ku feqîrî bibe kufr” û her wiha “Nêzîk e ku dewlemendî bibe kufr”.»

Wî di berdewamiya vegotina vê hedîsa pîroz de got: «Wesiyeta çaremîn, efûkirin û bexşîn e li hember kesê ku zilm li min kiriye; pêncem bexşîn e ji bo kesê ku ez bêpar hiştime; şeşem têkiliya silarehmê ye digel kesê ku pêwendiya xwe bi min re qut kiriye; û ya heftem ew e ku bêdengiya min bi fikir û ramanê re be.»

Ayatullah Remezanî di berdewamiya şirovekirina taybetmendiyên civaka exlaqî ya pêxemberî de eşkere kir: «Pêxemberê Ekrem (s.x.a) dibêje ku divê gotin û axaftina min zikr û bîranîna Xwedê be û nihêrîna min tijî ders û îbret be; çawa ku Quran dibêje “Ma nanêrin ka çawa hatiye afirandin…”; her wiha ew tehemul û lihevkirina bi xelkê re wek nîvê îmanê û reftara nerm a bi wan re wek nîvê jiyanê pênase dike ku divê ev tehemul heta sînorê parastina mafên îlahî û bernedana heqiyê bê şopandin.»

Wî tekez kir ku qencîkirina li hember nebaşan hunera bawermend e û got: «Pêxember dibêje qenciyê bi kesê ku li hember te xerabî kiriye bike; her wiha divê bawermend her tim bi aramî û viqarê xemilandî be.» Sekreterê Giştî yê Civatê her wiha destnîşan kir: «Li gorî hînkirinên Pêxember (silaven Xwedê liser wanbin), du xislet hene ku ti tişt ji wan bilindtir nîne: Baweriya bi Xwedê û gihandina sûd û xizmetê bo bendeyên Xwedê; li hemberî wê jî du reftar xerabtirîn xislet in: Şirîkdanîna bo Xwedê û zirar gihandina bo bendeyên Xwedê; ev ziman, nimûneya temam a civakeke exlaqî û şaristanî ye.»

Mu’cîzeya Erbeîna Husêynî; parzûnkirina dîrokî ya zuhûrê û manetîzma cîhanî ya olan

Sekreterê Giştî yê Civata Cîhanî ya Ehlûbeytê (silaven Xwedê liser wanbin) di beşeke din a axaftina xwe de, behsa mezinahiya hemaseya Erbeîna Husêynî kir û got: «Erbeîna Husêynî rêje “Ma nanêrin ka çawa hatiye afirandin…”; her wiha ew tehemul û lihevkirina bi xelkê re wek nîvê îmanê û reftara nerm a bi wan re wek nîvê jiyanê pênase dike ku divê ev tehemul heta sînorê parastina mafên îlahî û bernedana heqiyê bê şopandin.»

Wî tekez kir ku qencîkirina li hember nebaşan hunera bawermend e û got: «Pêxember dibêje qenciyê bi kesê ku li hember te xerabî kiriye bike; her wiha divê bawermend her tim bi aramî û viqarê xemilandî be.» Sekreterê Giştî yê Civatê her wiha destnîşan kir: «Li gorî hînkirinên Pêxember (S), du xislet hene ku ti tişt ji wan bilindtir nîne: Baweriya bi Xwedê û gihandina sûd û xizmetê bo bendeyên Xwedê; li hemberî wê jî du reftar xerabtirîn xislet in: Şirîkdanîna bo Xwedê û zirar gihandina bo bendeyên Xwedê; ev ziman, nimûneya temam a civakeke exlaqî û şaristanî ye.»

Mu’cîzeya Erbeîna Husêynî; parzûnkirina dîrokî ya zuhûrê û manetîzma cîhanî ya olan

Sekreterê Giştî yê Civata Cîhanî ya Ehlûbeytê (s.x) di beşeke din a axaftina xwe de, behsa mezinahiya hemaseya Erbeîna Husêynî kir û got: «Erbeîna Husêynî rûdaneke mezin, bêhempa û salane ye ku ez jê re dibêjim “Parzûnkirina Mezin a Dîrokî”; ev rûdan qada rûdaneke mezin a cîhanî ji bo zuhûra riye.»

Destxweşî ji bo tekoşîna deh-rojî ya kadroyên Civatê û pêdiviya mayîndekirina çanda rêzgirtinê

Ayatullah Reza Remezanî bi nirxandineke taybet li ser performansa cîhadî, leza çalakiyê û hevahengiya bêhempa ya kadroyên Civatê di pêkanîna bernameyên meha borî de got: «Anîn, pêşwazîkirin û rêberiya hêja ya 100 mêvanên biyanî yên navdar ji welatên cuda, di rewşeke asayî de projeyeke giran a îdarî ye ku pêdiviya wê herî kêm bi 6 meh pilansaziya berdewam heye; lê hevkarên fedakar ên Civatê karîn ji sedî 99ê vî karê mezin tenê di nav 10 rojan de bi serkeftineke temam û ewlehiyeke bilind biqedînin.»

Wî bi vegotina qerebalixiya bêhempa ya bernameyên Erbeînê yên Civatê got: «Lidarxistina 7 heta 8 civînên zanistî yên pir giran û kûr di rojên Erbeînê de li Kerbela û Necefê, ku her yek xwedî giraniyeke zanistî ya bilind bûn, karekî mezin bû; bi awayekî ku di van rojan de xew ji çavên me firiya bû û min di şevûrojekê de ji 2 heta 3 saetan zêdetir derfeta bêhnvedanê nedît, lê bi kerema Xwedê û hewldana hevkaran, berhemên pir giranbiha hatin bidestxistin.»

Wî kêfxweşiya xwe ji hebûna rêvebirên jêhatî di Civatê de nîşan da û spasiya hewldanên Dr. Elemşahî kir û got: «Ew ji hêzên pispor, xwedî tecrube û çalak di warê pêşxistin û birêvebirina karûbaran de ye ku amadebûna wî ya sê mehan mizgîniya dîsîplîn, şefafiyet û rêkxistina temam a beşên îdarî û piştevaniyê yên Civatê dide.»

Sekreterê Giştî yê Civata Cîhanî ya Ehlûbeytê (s.x) bi raspartina hemûyan ji bo pabendbûna bi prensîbên exlaqî di karê rêxistinî de tekez kir: «Li gorî hînkirinên perwerdehiyê yên Îmam Reza (s.x), zagona zêrîn a xebata cîhadî ew e ku em her tim karê xwe yê mezin biçûk bibînin û li hemberî wê, karê biçûk ê kesên din mezin û bi nirx bihesibînin; ev ruhê dilsoziyê (îxlasê) ye ku bereketê diherikîne nav çalakiyên Civatê.»

Ayatullah Remezanî di dawiya axaftina xwe de li ser pêwîstiya sazîbûn û mayîndekirina «nerîta baş a rêzgirtinê» ji bo karmendên xwedî ezmûn tekez kir û got: «Me ji hemû cîgiran re ragihandiye ku nerîta rêzgirtina ji hevalkarên teqawîtbûyî divê wek çandeke daîmî were danîn; ev kesên hêja piştî 30 sal xizmeta dilsozane nabe ku werin jibîrkirin, belkî Civat dê her tim hembêza xwe ji bo sûdwergirtina ji ezmûnên wan ên giranbiha vekirî bihêle, ji ber ku rêya xizmetê li bergeha pîroz a Ehlûbeytê (silaven Xwedê liser wanbin) heta kêliya mirinê vekirî ye û dawî lê nayê.»

Di beşa dawî ya vê merasîmê de, bi dayîna bawernameya spasiyê û diariyan, rêûresma rêzgirtinê ji bo yek ji karmendên xwedî tecrube yê Civatê ku gihîştibû asta teqawîtiyê, bi amadebûna Sekreterê Giştî yê Civatê hat lidarxistin.

Dawiya peyam/

Etîket:

  • Ayatullah Remezanî
  • Civata Cîhanî ya Ehlûbeytê (s.x)
  • Nûçeyên peywendîdar

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha