2 September 2026 - 09:30
Source: Tasnim News
Di êrîşa Sepahê de qeregeha fermandarê Amerîkayê li baregeha Elî el-Salim a Kuweytê hat hilweşandin.

Sepaha Pasdarên Şoreşa Îslamî ragihand ku baregeha Elî el-Salim a Kuweytê bi mûşek û dronan hatiye hedefgirtin û hejmarek ji dronan hatine tunekirin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul- Beytê (s.x) — ABNA —Ofîsa Ragihandinê ya Sepaha Pasdarên Şoreşa Îslamî di daxuyaniya hejmara 7-an de ragihand: Qeregeha fermandarê Amerîkayê û cihê rûniştina wî li baregeha Elî el-Salimê, hangara dronan û rampê ku dron li wir disekinin, bi agir hatin şewitandin. Her wiha hejmarek ji hêmanên dijmin hatin kuştin û hejmarek ji dronan hatin tunekirin.

Nivîsa daxuyaniyê wiha ye:

Bi navê Xwedê, ku zordaran têk dibe

ولکم فی القصاص حیاة یا اولی الالباب

«Di qisasê de ji bo we jiyan heye, ey xwediyên aqil.»

Gelê hêja û kerîm ê Kuweytê!

Şeva borî, kurên Şeytanê, ku hin ji wan li baregehên Şeytanê mezin li Kuweytê bicih bûne, sûcekî mezin li herêmê pêk anîn. Di binpêkirina eşkere ya mafên mirovan de, artêşa Amerîkayê ya zarok-kujer bi bombebarankirina xaniyekî niştecîh li Sirîkê û kuştina gelê wê, şahiyên girêdana peymana zewacê ya cotek ciwan û rêzdarên Sunnî veguherand mateme.

Di vê êrîşa şeraratê de nêzîkî 70 kes ji gelê bêguneh hatin hedefgirtin û 4 kes ji wan, di nav wan de zarokek jî, şehîd bûn.

Di bersiva vê sûcê de, sibehê îro, şervanên mêrxas ên Hêza Bejayî ya Sepahê, di heman demê de bi êrîşkirina baregehên sûcdarên Amerîkayê li Urdun, Behreyn û Erbîlê, bi êrîşeke hevbeş a mûşekî û dronan li ser qeregeha fermandarê Amerîkayê û cihê rûniştina wî li baregeha Elî el-Salimê, hejmarek ji hêmanên dijmin kuştin.

Piştre hangara dronan û rampê ku dronên beşdar di êrîşên li ser gelê me de li wir disekinin, bi agir şewitandin û hejmarek ji dronan tunekirin.

Gelê hêja ê Kuweytê!

Hûn baş dizanin ku em çiqas ji we hez dikin û çi têkiliyek di navbera me û we de heye. Ya ku ji bo me êşdar û fikarker e, dagirkirina axa welatên Îslamî ji aliyê artêşa Amerîkayê ya zarok-kujer û terorîst e.

Ev êrîş alîkariya we ye ji bo paqijkirina welatê we yê pîroz û welatê mirovanên kerîm, Kuweytê, ji hebûna kafirên Amerîkayê. Em hêvîdar in ku serdestiya Amerîkayê û rejîma siyonîst a hov tune bibin û gelê hêja ê Kuweytê ji dagirkerên êrîşkar azad û serbixwe bibe

و ما النصر الّا من عند اللّه العزیز الحکیم.

Û serkeftin tenê ji cem Xwedayê hêzdar û hakim e.

Dawiya peyamê

Your Comment

You are replying to: .
captcha