Li gorî nûçeya Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul-Beyt ê (s.x) – ABNA – Hate gotin ku Serokwezîrê Iraqê bi awayek veşartî çar lîwayên leşkerî şandin parêzgeha Besrayê. Tê gotin armanca vê pêngavê, rêgirtina li komên çekdare ku dixwazin di ser sînor re êrişî ser axa Kuweytê bikin.
Kanala Alhurra ya Amerîkî ku bi zimanê Erebî weşanê dike û bûyerên Rojhilata Navîn û Afrîkayê dişopîne, agahiyên derbarê şandina hêza leşkerî ya Iraqê ya ji bo sînorê parêzgeha Besrayê aşkere kirin.
Li gorî çavkaniyê, Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî bi awayek veşartî çar lîwayên leşkerî şandine parêzgeha Besrayê. Tê gotin ev yek bi armanca rêgirtina li êrişên li ser welatên din ji nava axa Iraqê hatiye kirin.
Kanalê ragihand ku şandina van hêzan piştî wê yekê hat ku Bexdayê ji aliyê welatekî endamê hevpeymaniyê ve agahiyên îstîxbaratî yên piştrastkirî wergirtin. Ev agahî derbarê amadekariyên ji bo êrişeke asmanî û êrişeke bejayî ya komên çekdar ji bo ser Kuweytê bûn.
Di vê çarçoveyê de, Serokerkanê Artêşa Iraqê Ebdulemîr Yarallah gihîşt Besrayê û li gel walî û fermandarên ewlekariyê yên parêzgehê civiya. Armanca serdanê, tundkirina kontrola li ser navçeya sînorî ye.
Herwiha çavkaniyek ji Çarçoveya Hemahengiyê ragihand ku ji bo rêgirtina li êrişên ji nav xaka Iraqê, niha Bexda bi rêya dezgeha îstîxbaratî û artêşa Iraqê, bi welatê endamê hevpeymanê re hemahengî daniye.
Li gorî nûçeya Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul-Beyt ê (s.x) – ABNA – Rêberê Giranqedr ê Şoreşê Îslamî di peyameke bi munasebeta Roja Neteweyî ya Tekoşîna li dijî Desthilatdariya Gerdûnî de tekez kir: Heke hîn kes hebin ku hêviyeke kêm a guherîna tevgerê an guheztinên partî û komî di pergala serdestiyê de heye, an jî difikirin ku bi danîna îmtiyazan ji Amerîkayê re dikarin wî ji dijminatiya li dijî gelê Îranê bizivirînin, ew bi giranî di xeletiyê de ne.
Your Comment