Li gorî nûçeya Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul-Beyt ê (s.x) – ABNA – Dr. Mihemed Baqir Qalîbaf, Serokê Meclisa Şûraya Îslamî, di berteka xwe ya nerasterast de ji encamên hilbijartinên Amerîkayê re, digel ku bal kişand ser daxwaza giştî ya gelê vî welatî li dijî şer, hişyariyeke zelal da li hember şerxwaziya hikûmeta Amerîkayê û di peyameke li ser hesabê xwe yê kesane li ser tora Xê nivîsand:
Çi ji ber wijdanê xwe û çi ji ber zexta lêçûn û mesrefên jiyanê, gelê Amerîkayê ji şer re "na" got û em jî vê peyamê piştrast dikin.
Heke hikûmeta Amerîkayê li hember daxwaza giştî ya gelê xwe xiyanetê bike da ku xizmeta axayan û şantajkerên navneteweyî bike, dê fêhm bike ku bersiva me dê bibe kabûsek ji bo hikûmeta Amerîkayê./
...........
Dawiya peyamê/
Etîket
Mihemed Baqir Qalîbaf
Trump
Amerîka
Your Comment