?>

3 cihên DAIŞê li parêzgeha Kerkûk hatin teqandin

3 cihên DAIŞê li parêzgeha Kerkûk hatin teqandin

Li Kerkûkê 3 veşargehên DAIŞê hatin teqandin û li Enbarê jî 4 terorîstên DAIŞê hatin desteserkirin.

ABNA24 : Îro roja sêşemê 29.06.2021ê Odeya Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê ragihand, hêzên ewlehiyê bi riya balafirên bêpîlot (drone) 3 cihên veşargehên çekdarên koma terorîst a DAIŞê li navçeya Wadî Ebû Şehme û li derdora bajarokê Reşad yên li parêzgeha Kerkûkê teqandin û dest danîn ser 2 motorsîkletan.

Herwiha jêderekî din jî ragihand, hêzên ewlehiyê 4 terorîstên DAIŞê li parêzgeha Enbarê desteser kirin.

Ji aliyekî din ve, di encama teqînekê de li qezaya Beac li rojavayê Neynewayê, 3 leşkerên Iraqê birîndar bûn.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*