?>

30 hezar kes tevlî Heşdî Şebî dibin

30 hezar kes tevlî Heşdî Şebî dibin

Rayedarên Iraqê dibêjin 30 hezar hêzên seferberiya gel yên nû wê tevlî Heşdî Şebî bibin.

ABNA24 : Îro hin çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku ev 30 hezar hêzên nû ew kesa in  ku  hikûmeta federal a Iraqê ew ji erkên xwe dûrxistibûn û niha Heşdî Şebî hikûmet neçar kiriye ku wan vegerîne ser erka xwe.  Ev jî dibe karteke bihêz a Heşdî Şabî ji bo komkirina dengan di hilbijartina pêşwext a Iraqê de.

Li gor raportên medyaya Iraqê niha milîsên Heşdî Şabî serkeftina di wê dosyeyê de weke karteke bihêz ji bo rakêşana dengê komên şîe bikar bîne. Ligel wê yekê jî denge 30 hezar ê wan çekdaran jî mîsoger kiriye.

Serokê Desteya Heşdî Şabî Felah Feyaz ragihandiye wê mûçeya wan 30 hezar çekdaran were dabînkirin. Wî her wiha got bi tevlîbûna van hêzên nû wê jimara hêzên Heşdî Şebî bigihêje 167 hezar kesan.

Êvara duh çekdarên Heşdî Şabî ku weke "Heşdî Wezareta Bergiriyê" tên naskirin, ji ber hilweşandina peymana wan, li ber herêma kesk kom bûn û xwepêşandan pêk anîn, piştî hêzên parastina yasayî li Bexda hewl dan wê kombûnê belav bikin. Lêbelê endamên Heşdî Şabî bi keviran êrîşî hêzên parastinê kirine.

Qeys Xezelî rêberê koma Esaib Ehlî Heq li Iraqê pêşewazî û bi xêrhatina hêzên nû yên ku tevlî Heşdî Şebî dibin kir û got ku hêzên Heşdî Şebî dê li gel hevpîşeyên xwe yên di Wezareta Berevaniyê de û yên Yekîneya Navxweyî û hêzên dijî terorê dê wek hev bibin.

Rêxistina Heşdî Şeabî di sala 2014’an de piştî ku koma terorîst a DAIŞ’ê hin herêm û bajarên Iraqê dagir kirin, li gorî fetwaya Ayetullah “Seyd Elî Sîstanî”, Merceyê herî derece bilind ê Şîeyên Iraqê, hat avakirin û di sala 2016 de, bi erêkirina parlementa iraqî, ket bin fermandariya Hêzên Çekdar ên Iraqê.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*