?>

650 serbazên Amerîkayê li Efxanistanê dimînin

650 serbazên Amerîkayê li Efxanistanê dimînin

Tevî biryara berê ya Amerîkayê ya ji bo vekişîna temam ji Efxanistanê, li gorî gotina çend berpirsên Amerîkî, vî welatî herî dawiyê biryar daye ku 650 leşkerên xwe li Efxanistanê ragire.

ABNA24 : Medyaya cîhanî li ser zimanê çend berpirsên Amerîkayê ragihand; piştî 11 Îlona îsal ku dema dawî ya vekişandina hêzên Amerîkayê ye, 650 leşker li Efxanistanê dimînin ku erkê wan ên serekî dabînkirina ewlehiya diplomatên Amerîkayê ye.

Ji bilî mana 650 leşkeran, çend leşkerên din heta meha Îlonê li nêzîkî Balafirgeha Kabulê dimînin daku alîkariya hêzên Tirkiyê bikin ku di nava Efxanistanê de ne. Tirkiye dixwaze ji bo parastina ewlehiya balafirgeha Kabulê, hêzên xwe li wî welatî bihêle.

Ew berpirsê Amerîkayê ku navên xwe eşkere nekirine, amaje bi wê yekê dikin ku herçiqas parastina balafirgehaa Kabulê bo Amerîkayê giring e, lê hîna ti biryar derbarê maîna hêzên Amerîkayê li nêzîkî balafirgehê pişt 11 Îlonê nehatiye dayîn û îdareya Biden wê biriyar karekî zehmet dizane.

Derbarê proseya vekişandina hêzên Amerîka û çawaniya alîkariya Efxanistanê, serokê wî welatî Eşref Xenî serdana Waşington kiriye û li gel serokê Amerîkayê Joe Biden dicive.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*