Alîkarê Koordînatorê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, diyar kir ku dijmin ji şiyanên parastinê yên Îranê ditirse û got: "Dijmin dizane heke ew xeletiyek bike, wê serbeyên giran lê keve."
ABNA24 : Alîkarê Koordînatorê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, admiral(deryadar) Hebîbullah Seyarî îro Yekşemê amaje bi komployên îstikbara cîhanî ya dijî Îranê kir û got: "Dijmin çi dest hatiye, kiriye û di van çend salên borî de gelek operasyonên leşkerî li rojhilat û rojavaya Îranê pêk anîne da ku bi van gefan me bitirsînin, lê ev hewildanên wê bê encam man. "
Admiral Seyarî bi gotina ku dijmin ji karînên berevaniya Îranê ditirse, bi bîr xist: "Dijmin li ser bawermendî, îman û şehadeta gelê Îranê hesaban dikin û dizanin ku heke ew xeletiyek bikin, dê derbên giran lê bikeve."
Alîkarê Koordînatorê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, wezîfeya hêzên çekdar ji bo dabînkirina ewlehî û parastina yekparçetiya xaka welêt nirxand û got: "Îran bi xwe çek û alavên berevaniya xwe çêdike û ji vê babetê de hewcetiya wê bi ti welat û ti kesî re nîne."
342/