?>

Amara Dawiyê ya Koronayê li Îranê; 122 kesan bi vê vîrusê can dan

Amara Dawiyê ya Koronayê li Îranê; 122 kesan bi vê vîrusê can dan

Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 122 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara gişt miriyên ji ber vê nexweşiyê gihêştiye 81 hezar û 63 kesan.

ABNA24 : Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Yekşemê 6 Hezîranê ragihand, di nav 24 saetên borî de 5 hezar û 612 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin.

Herwiha bi van pêketiyên nû hejmara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi vê nexweşiyê ketine, gihîştiye du milyon û 966 hezar û 364 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 2 milyon û 552 hezar û 401 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Vê wezaretê herwiha ragihand ku Heya nuha, li welêt 20 mîlyon 688 hezar û 723 testên teşxîsê yên "Covid-19" hatine kirin.

Wezareta Tenduristiyê her wiha ragihand ku 4 milyon 203 hezar û 784 kesan doza yekem a vaksîna Corona û 619 hezar û 795 kesî jî doza duyemîn stendiye, ango hejmara vaksînên ku li Îranê hatine lêxistin gihîştiye 4 milyon û 823hezar û 579 dozî.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*