?>

Amara Dawiyê ya Koronayê li Îranê; 142 kesan bi vê vîrusê can dan

Amara Dawiyê ya Koronayê li Îranê; 142 kesan bi vê vîrusê can dan

Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 142 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara gişt miriyên ji ber vê nexweşiyê gihêştiye 84 hezar û 127 kesan.

ABNA24 : Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Sêşemê 29 Hezîranê ragihand, di nav 24 saetên borî de 12 hezar û 717 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin.

Herwiha bi van pêketiyên nû hejmara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi vê nexweşiyê ketine, gihîştiye 3 milyon û 192 hezar û 809 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 2 milyon û 862 hezar û 261 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Wezareta Tenduristiyê ragihand ku 4 milyon 426 hezar û 904 kesan dozeya yekem a Vaksîna Koronayê wergirtine û milyonek û 481 hezar û 10 kesan doza duyemîn stendiye, û jimara giştî ya vaksînên li Îranê hatine lêxistin 5 milyon û 907 hezar û 914 doz e.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*