?>

Amara Dawiyê ya Koronayê li Îranê; 165 kesên din jî bûn goriyê Koronayê

Amara Dawiyê ya Koronayê li Îranê; 165 kesên din jî bûn goriyê Koronayê

Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 165 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara miriyên ji ber vê nexweşiyê gihêştiye 79 hezar û 384 kesan.

ABNA24 : Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Pêncşemê 27 Gulanê ragihand, di nav 24 saetên borî de 9 hezar û 994 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin ku bi van pêketiyên nû hejmara giştî ya pêketiyên ku heta niha li Îranê hatine tomarkirin, gihîştiye du milyon û 875 hezar û 858 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 2 milyon û 430 hezar û 249 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Wezareta Tenduristîçiyê herwiha diyar kir ku li welêt 19 mîlyon 430 hezar û 249 testên teşxîsê yên "Covid-19" hatine kirin.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*