?>

Amara Dawiyê ya Koronayê li Îranê; 179 kesan bi vê vîrusê can dan

Amara Dawiyê ya Koronayê li Îranê; 179 kesan bi vê vîrusê can dan

Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 179 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara gişt miriyên ji ber vê nexweşiyê gihêştiye 81 hezar û 362 kesan.

ABNA24 : Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Sêşemê 8 Hezîranê ragihand, di nav 24 saetên borî de 8 hezar û 846 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin.

Herwiha bi van pêketiyên nû hejmara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi vê nexweşiyê ketine, gihîştiye du milyon û 980 hezar û 116 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 2 milyon û 578 hezar û 263 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Vê wezaretê herwiha ragihand ku Heya nuha, li welêt 20 mîlyon 938 hezar û 338 testên teşxîsê yên "Covid-19" hatine kirin.

Wezareta Tenduristiyê her wiha ragihand ku 4 milyon 252 hezar û 778 kesan doza yekem a vaksîna Corona û 683 hezar û 483 kesî jî doza duyemîn stendiye, ango hejmara vaksînên ku li Îranê hatine lêxistin gihêştiye 4 milyon û 935 hezar û 261 dozî.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*