?>

Amara Dawiyê ya Koronayê li Îranê; 286 kesên din jî bûn qurbaniyê Koronayê

Amara Dawiyê ya Koronayê li Îranê; 286 kesên din jî bûn qurbaniyê Koronayê

Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 286 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara miriyên ji ber vê nexweşiyê gihêşte 77 hezar û 222 kesan.

ABNA24 : Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro duşemê 17 Gulanê ragihand, di nav 24 saetên borî de 14 hezar û 319 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin ku ji wan 2 hezar û 94 kes li nexweşxanan hatin razandin. Herwiha bi van pêketiyên nû hejmara pêketiyên ku heta niha li Îranê hatine tomarkirin, gihîştiye du milyon û 765 hezar û 485 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 2 milyon û 243 hezar û 23 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Li gor amara fermî ya welatên cîhanê hejmara pêketiyên Koronayê li cîhanê ji 163 milyon kesan derbas bûye û hejmara miriyên ji ber vê vîrusê jî nêzîkî 3 milyon û 400 hezar kesan bûye.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*