?>

Amara Dawiyê ya Koronayê li Îranê, 338 kesên din bi vê vîrusê can dan

Amara Dawiyê ya Koronayê li Îranê, 338 kesên din bi vê vîrusê can dan

Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 338 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara miriyên ji ber vê nexweşiyê gihêşte 73 hezar û 906 kesan.

ABNA24 : Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro pêncşemê 6 Gulanê ragihand, di nav 24 saetên borî de 18 hezar û 409 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin û bi van pêketiyên nû hejmara pêketiyên ku heta niha li Îranê hatine tomarkirin, gihîştiye du milyon û 610 hezar û 18 kesan.

Vê Wezaretê her wiha da zanîn ku heya niha 2 milyon û 57 hezar û 692 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê herwiha di raporekê de ragihand ku li welêt heya vê demê  milyonek û 181 hezar û 241 kesan doza yekem a vaksîna Koronayê lêdane û 244 hezar û 526 kesan jî doza duyem a vê vaksînê lêdane û li ser hev milyonek û 425 hezar û 767 doz vaksîn li Îranê hatine lêdan.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*