?>

Amara Dawiyê ya Koronayê li Îranê, 344 kesên din bi vê vîrusê can dan

Amara Dawiyê ya Koronayê li Îranê, 344 kesên din bi vê vîrusê can dan

Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 344 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara miriyên ji ber vê nexweşiyê ji despêka pandemya Koronayê li Îranê heya vê demê gihêşte 73 hezar û 219 kesan.

ABNA24 : Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Sêşemê 4 Gulanê ragihand, di nav 24 saetên borî de 20 hezar û 150 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin ku 2 hezar û 985 kes di nexweşxanan de hatin razandin û bi van pêketiyên nû hejmara pêketiyên ku heta niha li Îranê hatine tomarkirin, gihîştiye du milyon û 575 hezar û 737 kesan.

Vê Wezaretê her wiha da zanîn ku heya niha 2 milyon û 22 hezar û 586 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Li gor amarên fermî yên welatan derbarê Koronayê heya niha 154 milyon kes zêdetir li cîhanê bi Koronayê ktine û zêde ji 3 milyon 228 hezar kes jî ji ber vê vîrusê jiyana xwe ji dest dane.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*