?>

Amarên herî dawî yên şehîd û birîndarên Filistînî / 218 şehîd û 5600 birîndar

Amarên herî dawî yên şehîd û birîndarên Filistînî / 218 şehîd û 5600 birîndar

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di êrişên Rejîma Siyonîstî ser avahiyên sivîl ên li şerîda Xezayê de 218 kes şehîd bûne ku zêde ji 60 zarok û zêde ji 40 kes jin in û zêdetirî 5 hezar û 604 kes jî birîndar bûne. Her wiha li piraniya herêmên Xezayê binesazî bi temamî hatine rûxandin û av û kehrebe ji ser şêniyan qut bûne.

ABNA24 : Şerê li Xezayê di roja 8`emîn de dewam dike. Hejmara qurbaniyan û rûxandinê zêdetir dibe.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand li qiraxê Rojavayê Çemê Urdinê û Quds jî 21 kes şehîd û 4 hezar û 369 kes jî birîndaran bûne.

Ajansa Nûçeyan a WEFA  ji Xezayê ragihand ku ji ber bombebaranên dijwar ên Rejîma Îsraîlê binesazî bi temamî hatine rûxandin, zirarên mezin gihaştine tora kehrebeyê û bi dehan hezar şêniyên Xezayê ji malên xwe koçber bûne.

Wezareta Tenduristiyê bi bîr xist ku zêdetirî 40 hezar kesên li herêmê ji mal û herêmên xwe derketine û berê xwe dane cihên ewle.

Nûnerê NY`yê Tor Wennesland ragihand ku ji ber bombebarana Îsraîlê nêzî 40 dibistan û 4 nexweşxane bi awayekî beşî ya bi temamî hatine rûxandin.

Wezareta Tenduristiyê ya Ramallahê jî ragihand ku ji destpêka xwepêşandanên li Dîfa El-Xerbiyê ve 21 kes şehîd bûne û bi sedan kes birîndar bûne.

Rejîma Îsraîlê kolanên sereke li Xezayê rûxandin, tevgera ambulans û wesayitên alîkariyên mirovî rawestandiye. Ji ber ku rejîma hanê kolanên ku digihêjin “Navenda El-Şîfaa” ku navenda tenduristiyê ya sereke ye li Xezayê rûxandiye, ambulans di veguhestina şehîd û birîndaran de astengiyên mezin dibînin.

Nivîsgeha Neteweyên Yekbûyî ya Kar û Barên Mirovî (OCHA) da zanîn ku rejîma Îsraîlê hefteya borî derbasbûna tîmên alîkariyan û kamyonên sotemeniyê ji bo Xezayê, her wiha derbasbûna madeyên xwarinê ji Xezayê re, qedexe kiriye.

OCHA`yê diyar kir ku Îsraîlê erdên çandiniyê bombebaran kirine û rê nade masîgiran ku li beravên Xezayê masiyan bigirin. Her wiha ava vexwarinê li ser 250 hezar kesî hatiye qutkirin.

Li gorî hin raporan, kolanên li Beyt Lahya ya li bakurê Xezayê di bin ava kanalîzasyonê û gilêşê de mane.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*