?>

Amerîka: Bila Tirkiye kirrîna S-400a Rûsiyê bide rawestandin

Amerîka: Bila Tirkiye kirrîna S-400a Rûsiyê bide rawestandin

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê tevî berevaniya ji daxuyaniya Joe Biden a bifermînaskirina tevkujiya ermeniyan, ji Tirkiyê xwest ku kirrîna S-400a Rûsiyê rawestîne.

ABNA24 : Antonî Blînken, Wezîrê karên derve yê Amerîkayê roja Çarşemiyê got: Daxuyaniya 24ê Nîsana 2021ê ya serokomar Joe Biden tiştekî ecêb nebû; Ji ber ku wî li Senayê di heyama rikeberiyên hilbijartinê da jî ew yek hilêxistib.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê destnîşan kir: Kirrîna Pergala S-400ê, teknolojî û hêzên Amerîkayê û hevpeymanên me dixe metirsiyê. Ev yek dibe sebeb dewlemendbûn û bandordanîna Rûsiyê.

Amerîkayê Tirkiye hişyar kiriye heke pergalên S-400ê werbigire, dê tûşî boykotên Waşîngtonê were. Lê Tirkiye heta niha hazir nebûye teslîmî zextên Amerîkayê bibe û destnîşan kiriye ku bi tu awayê dê dest ji wergirtina pergalên S-400ê nekişîne.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*