?>

Amerîka: Peyama me bo Tirkiyê ew e ku S-400an wernegire

Amerîka: Peyama me bo Tirkiyê ew e ku S-400an wernegire

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Need Price got: “Me ti peyamek li ser razîbûna Amerîkayê ji bo hebûna S-400an li ser axa Tirkiyê, nedaye Enqerê.”

ABNA24 : Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand; Washington ji Tirkiyê re negotiye eger Enqere mercên Washingtonê pesend bike, Amerîka amade ye qebûl bike ku Tirkiye bibe xwedî sîstema berevaniya mûşekî ya S-400 a Rûsî.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Need Price duh pêncşemê ragihand: “Me ti peyamek li ser razîbûna Amerîkayê ji bo hebûna S-400an li ser axa Tirkiyê, nedaye Enqerê.”

Need Price destnîşan kir: “Em car din tînin ziman ku ev mijar ligel pîvanên Peymana Bakurê Atlasê (NATO) nagunce.”

Price eşkere kir: “S-400 li ser asayîşa teknolojiya NATOyê gef e û berevajî pabendiyên Tirkiyê bi NATOyê ye.”

Wî ragihand ku Amerîkayê hişyarî daye Tirkiyê û jê re gotiye ku nabe sîstema S-400an bikire.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*