?>

Amerîkayê hêzên nû li binkeya Herîr a Hewlêrê bi cih kirin

 Amerîkayê hêzên nû li binkeya Herîr a Hewlêrê bi cih kirin

Çavkanîyekî emnî li Iraqê ragihand ku Amerîkayê hêzên nû li binkeya hewayî ya Herîr a li rojhilata Hewlêrê bi cih kirin.

ABNA24 : Ligorî agahîyan, hêzên ku Amerîkayê vê dawîyê ji Kurdistana Sûrîyê ji derîyê sînorî yê Pêşxabûrê va derbasî Herêma Kurdistanê kirine, li binkeya hewayî ya Herîrê bi cih kirine.

Herwiha hat ragihandin ku ew hêzana bi 15 maşînên Hamêr bi piştgirî û çavdêrîya hewayî hatine, bi awayekî ku berî ku ew serbazana derbasî binkeya Herîrê bibin, dîmenên gundên wê herêmê hatine tomarkirin û ew di bin çavdêrîyê da bûne.

Bicihkirina van hêzên amerîkî li binkeya Herîrê di halekî da ye ku Wezareta Berevanîya Iraqê di dawîya sala buhurî da ragihand ku di çarçova rêkevtinameya emnî ya Bexda û Wşaîngtonê da, nabe ti hêzên rezmê yên ser bi Hevalbendîya Navnetewî li binkeya Herîrê bimînin.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*