?>

Artêşa dagirkera a Tirkiyê li Amêdiyê gulle li gundiyan reşand û 2 jin birîndar kirin

Artêşa dagirkera a Tirkiyê li Amêdiyê gulle li gundiyan reşand û 2 jin birîndar kirin

Îro danê êvarê hêzên artêşa Tirkiyê a dagirker gundê Kêste yê navçeya Amêdî ya parêzgeha Dihokê li Herêma Kurdistanê gulle li gundiyan reşandin. Li gorî muxtarê gund 2 jin birîndar bûne û ew rakirine nexweşxanê.

ABNA24 : Muxtarê gundê Kêsteyî Omîd Kêsteyî ji Rûdawê re ragihand “2 jin bi gulleyên doçkayê yên hêzên Tirkiyê ve hatin birîndarkirin û ew rakirin nexweşxanê.

Li gorî muxtarê gund, gullebaran saet 17:30’ê danê êvarê li bilindahiyên gund ji xaleke serbazî ya artêşa Tirkiyê ve hatiye kirin û di dencamê de 2 jin ku yek ji wan diya 3 zarokan e birîndar bûne û birîndaran rakirine nexweşxanê.

Muxtarê gund da zanîn ku heta niha nizanin rewşa birîndaran çewaye, lê yek ji wan ji serê xwe birîndar bûye û li Nexweşxana Batîfa tê dermankirin.

Beriya mehekê jî topeke din a artêşa Tirkiyê li nêzîkî gund ketibû û di encamê de kesek bi sivikî birîndar bû. Herwiha çend roj berê jî di encama topbarana artêşa Tirkiyê li ser gundê Belaxe yê navçeya Amêdiyê 2 welatî birîndar bibûn.

Vê dawiyê droneke artêşa Tirkiyê nahiyeke Şingalê bombaran kir û zarokek û bavkalê wî kuştin û çend kes jî birîndar kirin.

Artêşa Tirk a dagirkrer bûye bela canê xelkê Iraqê û Herêma Kurdistan û Sûriyê û meh tine ku xelkê sivîl bi destê vê artêşa dagirker li Iraq, Herêm û Sûriyê neyî kuştin an birîndar nebe.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*