?>

Artêşa Îranê: Hegera bûyera baregeha asimanî ya Dizfûlê di halê vekolandinê da ye

Artêşa Îranê: Hegera bûyera baregeha asimanî ya Dizfûlê di halê vekolandinê da ye

Artêşa Komara Îslamî ya Îranê li pey şehîdbûna du balefirvanên Hêza asimanî ya Artêşê di bûyera baregeha asimanî ya Dizfûlê da ragihand ku hegera vê bûyerê tê vekolandin.

ABNA24 : Artêşa Komara Îslamî ya Îranê ragihand: Sibeha îro Ssêşemiyê serheng Kiyanûş Bestamî û Servan Husên Namî ji balefirvanên Hêza asimanî ya Artêşê di dema amadekirina balefirê beriya firrînê da, ji ber xebata nişkêvayî ya kursiya firrok şehîd bûn.

Li gorî vê raporê, Hegera deqîq a bûyerê ji aliyê karzanên teknîkî va tê vekolandin.

Fermandarê Şaristana Dizfûlê li parêzgeha Xûzistanê li başûrê rojavayê Îranê hûrgiliyên seretayî yên şehîdbûna du balefirvanên Baregeha çarem a balefirên şêrr  a Dizfûlê şirove kirin.

Elî Ferehmend, Fermandarê Şaristana Dizfûlê di gotûbêja bi Mehr Newsê ra got: Îro Sêşemiyê ji ber bûyereke bejahî di qada leşkerî ya baregeha çarem a balefirên şêrr a Dizfûlê du balefirvan şehîd bûn.

Fermandarê Şaristana Dizfûlê her wiha got: Navçeya ku bûyer tê da qewimiye ji aliyê Parastina artêşê vahatiye qerentînekirin û tîmên birxandinê di halê vekolandina mijarê û sedema sereke ya bûyerê ne.

Li gorî gotina Ferehmend, Balefirên vê baregehê tûşî ziyanê nebûne.

Fermandarê Şaristana Dizfûlê her wiha got: Berûlayên cûrbicûr ên bûyerê di halê nirxandinê da ne û hûrgilî dê piştra bên ragihandin.

Pêştir çavkaniyên ne fermî ragihandibûn, Îro balefireke leşkerî ya F5 li Baregeha çarem a Dizfûlê beriya firrînê tûşî bûyerê bûye û du balefirvan şehîd bûne.

Navê van du balefirvanan Kiyanûş Bestamî û Husên Namî ye.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*