?>

Artêşa Tirkiyê li Bedlîsê dest bi operasyoneke nû li dijî PKKê kir

Artêşa Tirkiyê li Bedlîsê dest bi operasyoneke nû li dijî PKKê kir

Artêşa Tirkiyê li sînorê parêzgeha kurdnişîn a Bedlîsê operasyona “Eren Zivistan-7” li dijî PKKê destpê kir. Ev di demekê de ye ku Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê dîdia dike ku hejmara hêzên PKKê daketiye bin 180ê kesan.

ABNA24 : Li gor daxuyaniyekê ku îro Duşemê 22ê Mijdara 2021ê ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve hatiye belavkirin, operasyona bi navê “Eren Zivistan-7” vê sibê bi beşdarbûna 680 çekdarên hêzên ser bi Fermandariya Cendirme, polîsên taybet, komando û gundparêzan (kirgirtiyên xwecî) destpê kiriye ku ji 38 tîmên cuda pêk hatine.

Bi hatina demsala zivistanê li nav Tirkiyê operasyonên “Eren Zivistan” dijî şervanên PKKê destpê kirine. Operasyona yakam a bi navê  “Eren Zivistan-1” roja 9ê Cotmeha 2021ê li devera Besta ya sînorê parêzgeha Şirnexê bi beşdarbûna 1550 çekdarên hêzên ser bi Fermandariya Cendirme, polîsên taybet, komando û kirêgirtiyên xwecî destpê kir ku ji 121 tîmên cuda pêk hatibûn û niha piştî 6 operasiyonên wiha ya 7ê hatiye despêkirin. 

Operasyonên Tirkiyê li nav wî welatî zêdeyî çar meh e bi navê operasyonên “Eren” li 15 navçeyên cuda yên sînorê parêzgehên Amed, Mêrdîn, Dêrsim, Şirnex, Colemêrg, Agirî, Bedlîs, Îdir, Qers, Erdexan û çend navçeyên din ên parêzgehên kurdan destpê kirine.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*