?>

Asayîşa Qamişlûyê: Welatiyên sivîl ên Taxa Teyê vegeriyan malên xwe

Asayîşa Qamişlûyê: Welatiyên sivîl ên Taxa Teyê vegeriyan malên xwe

Hêzên Ewlehiya Hundirîn li bajarê Qamişlûyê di halê paqijkirina bandor û dûhatên şêrr ji taxa Teyê ya vî bajarî ne da kub welatiyên sivîl vegerin malên xwe.

ABNA24 : Li gorî rapora Kurd Pressê, Navenda Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) roja borî ragihand ku di halê jêbirin û paqijkirina hemî bandorên pûevçûnan ji wan dibistanan in ku Koma Berevaniya Neteweyî (Dîfa El-Wetenî) wek erkantiyaa şêrr li taaxa Teyê ya başûrê Qamişlûyê bi kar anîbûn.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn piştî pevçûna digel komên Berevaniya Neteweyî ku ser bi dewleta şamê ye, ji roja Yekşemiyê va kontrola taxa Teyê girte destê xwe.

Navenda medyayî ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn ragihand: Hêzên me hewil didin ku rewşa guncan jibo vegeriyana zarokan bo perwerdehiyê ku di van salan da ku dibistanên taxê di kontrola koma Berevaniya Neteweyî da bû, dabîn bikin.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*