?>

Avakirina sê kampên taybet bo awareyên sûrî li bajarên Herêma Kurdistanê

Avakirina sê kampên taybet bo awareyên sûrî li bajarên Herêma Kurdistanê

Berpirsê Hevahengiyê yê Karûbarên Qeyranê li Herêma Kurdistanê li bara avakirina sê kampên taybetê niştecihkirina awareyên kurd ên sûrî li bajarên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê agahî da.

ABNA: li halekê ku nûçên li bara êrişa eskerî ya Tirkiyê ser Kurdistna Sûriyê hatine weşandinê nîşan didin ku bi sedan xelkê sivîl hatine kuştin û zêde ji 200 hezar kes ji xelkê wan navçana jî aware bûne, berpirsên Herêma Kurdistanê li halê amadekirin û tivdîra bo wergirtin û niştecihkirina van awareyan in.

Berpirsê Hevahengiyê yê Karûbarên Qeyranê li Herêma Kurdistanê Hûşeng Muhemed li gotûbêja bi televîzyona Rûdawê re, raghand ku heta niha tu awareyekî kurd ê sûrî derbasî Herêma Kurdistanê nebûye lê tê texmînkirin ku bi zûtirkê dê pêla awareyan ber bi Herêma Kurdistanê va herin û sê kamp li bajarên Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê bo nştecihkirina van awareyan bên avakirin.

Wî bal kişand ser vê yekê ku niha milyonek û 41 hezar aware û ji wan 2298 hezar awareyên sûrî li herêmê de hene, texmîn kir ku herîkêm 250 hezar awareyên sûrî piştî êrişa eskerî ya Tirkiyê ser Kurdistana Sûriyê derbasî herêma Kurdistanê bibin.

Ji aliyê din va Veys Nayêf, serokê konseya xwecihî ya Şngalê jî ji malpera fermî ya partiya Demokrata Kurdistanê re got ku heta niha tu awareyî sûrî derbasî Şingalê û derdora wê nebûne lê pir muhtemel e ku bi dewama şerê Tirkiyê li dijî kurdên Sûriyê, hejmarek zêde ji xelkê Kurdstana  Sûriyê derbasî Şingalê bibin.

Her wiha Hemze Rezikî, berdevkê dayira tendrustî û dermankirinê ya parêzgeha Dihokê raghand ku kiryarên pêdivî bo gîhandina alîkariyê bo awareyan cih hatiye û çar tîmên alîkariya pizîşkî li derbasgeha sînorî ya Xêbûrê bo alîkariya  bo awareyan, bi cih bûne û navendên dermankirinê û nexweşxanên  Dihokê jî bo wergirtin û dermankirina  sivîlên mexdûr ên kurdê sûrî li rewşa amadetiyê de ne.

..........
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*