?>

Balafirên şêr ên artêşa Tirkiyê otomobîlek li Herêma Kurdistanê bombebaran kirin

Balafirên şêr ên artêşa Tirkiyê otomobîlek li Herêma Kurdistanê bombebaran kirin

Balafirên şer ên Tirkiyê li ser rêya gundê Dîlyayê yê ser bi bajarokê Mangêşkê ve li Duhokê kirin armanc. Rêveberê wê nahiyê jî dibêje, ew otomobîla gerîlayên PKKê bûye.

ABNA24 : Rêveberê nehiya Mangêşkê Muştaq Îsmet ji Rûdawê re ragihand ku îşev saet 10.00 balafirên şer ên Tirkiyê li esmanê gundê Dîlyayê geriyane û paşê otomobîlek kirine armanc.

Muştaq Îsmet dibêje, ew otomobîl a gerîlayên PKKê bûye û lê heta niha ziyanên êrişa li ser wê otomobîlê diyar nebûne.

Hêjayî gotinê ye ku rêxistina sîxoriyê ya MIT-a Tirkiyê li Herêma Kurdistanê hin kesan wek sîxor bikar tîne da ku bi alîkariya wan endamên PKKê bike hedefa êrişên xwe.

Gundê Dîlyayê nêzikî 35 kîlometre ji navenda bajarê Duhokê dûr e.

Artêşa Tirkiyê roja 23ê Nîsanê êriş û operasyoneke berifeh li herêmên Metîna, Zap û Avaşînê li Herêma Kurdistanê dabû destpêkirin.

Ji destpêka operasyon û êrişa Tirkiyê ya dawî ve jibilî Dêşîş, gundên Kêste û Çelka Krîstiyanan jî ji ber bomberan û şer vala bûne û bi kêmanî 50 malbat koçber bûne.

Êriş, topbaran, bombebarên ji aliyê artêşa Tirkiyê de li deverên Herêma Kurdistanê bûne sedem ku derdora 800 gund bên valakirin.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*