?>

Balyozê Îranê li Bexdayê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê civîyan

Balyozê Îranê li Bexdayê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê civîyan

Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê û Serokwezîrê Herêma Kurdstana Iraqê pêgirî ser berfirehkirina peywendiyên dualî kirin.

ABNA: Îrec Mescidî balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê roja çarşemiyê sefera Hewlêrê kir û yekim hevdîtina xwe bi Mesrûr Barzanî, sreokwezîrê Herêma Kurdistanê re pêk anî.

Kanala Kurdistan 24 ê raghand: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û balyozê Komara Îslamî ya Îranê di vê hevdîtinê de, têkiliyên Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê û alûgurên Iraqê û navçê hatin hilkolandinê.

Li gorî vê raporê, balyozê Komara Îslamî ya Îranê di hevdîtina bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê de amadetiya Têhranê bo berfirehkirina peywndiyên dualî raghand.

Îrec Mescidî û Mesrûr Barzanî di vê hevdîtinê de ser çareserkirina biaşitî ya pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê li gor qanûna bingehîn a vî welatî pêgirî kirin.

Îrec Mescidî balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê duh berî nîvro gihêşt Hewlêrê.

Mescidî piştî ku gihêşt Hewlêrê, seredana 13`mîn nîşangeha navneteweyî ya pêşeyên avahiyan a Hewlêrê ku bi beşdariya 300 şîrketên ji 22 welatên cîhanê ji wan Îranê li halê lidarxistinê ye, kir.

.........
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*