?>

Baregeha Barzanî derbarê dirandina rûpelên Qurana pîroz daxuyaniyek belav kir

Baregeha Barzanî derbarê dirandina rûpelên Qurana pîroz daxuyaniyek belav kir

Baregeha Barzanî derbarê dirandina Qurana pîroz li kolanên Hewlêrê daxuyaniyek belav kir.

ABNA24 : Li gor nûçeya BasNewsê, Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de ragihandiye; ‘’Şeva borî di torên medyaya civakî çend dîmenên rûpelên Qurana pîroz kir hatine belavkirin ku mixabin hatine qetandin û li kuçeyekê hatine avêtin. Sivikatiya bi pîroziyên xekê babeteke metirsîdar e û bi hîç şêweyekê nayê qebûlkirin. Herkes û aliyek li pişt wê kiryara nelirê be amanca wî têkdana asayîşa komeleyetî û fîtnegeriyê û wê cezaya xwe bibine.’’

Herwuh di beşekî din ê daxuyaniyê de hatiye ragihandin: ‘’ Ew tişta rû daye derbaskirina hemû sînor û xetên sor e. Em daxwazê ji hemû aliyên peywendîdar dikin. Pêdaçûnê ji bo vê babetê bikin û rê nedin tawan û reftarên wiha pêk wrin. ‘’

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*