?>

Berdevkê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî: Dijmin tûşî bêhêvîtiyê bûne

Berdevkê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî: Dijmin tûşî bêhêvîtiyê bûne

Berdevkê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Bêhêvîtî li nav dijmin cihgir bûye, her çend ku ew vê mijarê derew dizanin.

ABNA24 : Serdarê sertîp Remezan Şerîf, Berdevkê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî roja duşemiyê di komcivîna seranserî ya besîciyên hesinrêya Komara Îslamî ya Îranê bi boneya rêzgirtina Hefteya Besîcê, got: Amerîka û hevpeymanên wî li Efxanistanê bi hezaran kes kuştin, gelek kuştî û birîndar dan, lê serê axir bi serberjêrî ev ji vî welatî derketin.

Berdevkê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Parlimana Iraqê jî pesendnameya qanûnî danî ku hêzên leşkerî yên Amerîkayê divê ji Iraqê derkevin û piştrast bin ku zû an dereng dê ev yek biqewime, ji ber ku nefreta gelê navçeyê ji amerîkiyan gihîştiye asta herî bilind. 

Berdevkê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Reftara ku amerîkiyan di gel xelkê Iraq û Efxanistanê kiirye û reftara ku roja îro hevpeymanên wê tev gelê Yemen û Filistînê dikin, tiştek nîne ku di vîhana îro da berdewam be; Ev serkeftin gişt encama ramana besîcî ye û mînakbûna besîciyan di têkoşîna dijî amerîkiyan da ye.

Hezretê îmam Xumeynî (Re) xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê roja 26ê mijdara 1979an fermana damezirandina Rêxistina Besîca Mistezefan da.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*