?>

Berdewamiya bombebaranên Tirkiye ser Herêma Kurdistanê

Berdewamiya bombebaranên Tirkiye ser Herêma Kurdistanê

Operasyona arteşa Tirkiyê di nava axa Herêma Kurdistanê de bi hinceta hebûna şervanên PKKê berdewam e û ji şeva borî jî hejmareke gundên sînorî berdewam tên topbaran û bombebarankirin.

ABNA24 : Artêşa Tirkiyê berdewam Zinarê Kêste û gundên derdorê  topbaran û bombebaran dike û şerên giran ketine gundên Deşîş, Edna û Serero.

Li gorî ragihandina peyamnêrê Rûdawê, ji duh piştî nîvro ve topbaran û bombebarankirina pişta gundê Kêste, Berê Redê, Bêgovan berdewam e û “derdora saet 15.00 jî topek li herêma Zinarê Kêste û riya Hirûrê ket.”

Ji ber topbaran û bombebarana berdewam a navçeyê, beşeke mezin a pûşê gundê Kêste şewitiye û agir heta gihêştiye nêzikî gund jî.

Herwiha cara yekem artêşa Tirkiyê derdora gundê Rêwan a li beramber Zinarê Kêste li nêzikî Metîna topbaran kir û bi dirêjahiya şev û roj jî navber bi navber Zinarê Kêste topbaran  kir.

Li gor zanyariyan niha şer û pevçûnên dijwar ên gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkiyê li gundên Deşîş, Edna û Serero hene.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî ragihand ku serbazekî wan dema ku xwe ji helîkopterê avêtiye, birîndar bûye û piştre miriye.

PKK jî ragihand ku wan li çend navçên cuda di şer û pevçûnan de şervanên wan 7 serbazên Tirkiyê kuştine û 2 yên din jî birîndar kirine.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*