?>

Berpirsekî Iraqî: %90ê ziyanên êrişên Tirkiyê bo ser Herêma Kurdistanê nayê ragihandin

Berpirsekî Iraqî: %90ê ziyanên êrişên Tirkiyê bo ser Herêma Kurdistanê nayê ragihandin

Endamekî Hevpeymaniya Fetih ragihand ku beşeke mezin ji ziyanên êrîşên Tirkiyê yên li ser bakurê Iraqê nayê ragihandin

ABNA24 : Li gorî rapora roja şemiyê ya ajansa nûçeyan ya ISNA`yê, "Udey Ebdulhadî" yek ji rêberên hevpeymaniya Fetih ragihand ku %90 ji ziyanên êrişên Tirkiyê ser Herêma Kurdistana Iraqê nayên ragihandin.

Ebdulhadî amaje bi avakirina kamp û baregehên leşkerî yên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê jî kir û got, ji sala 2003an ve Tirkiyê bi dehan gundên kurdan wêran kirine û bi hezaran malbat koçber bûne.

Endamê hevpeymaniya El Fetih li Iraqê ragihand ku heta niha zanyariyên derbarê van kiryarên Tirkiyê di medyayê de nehatine belavkirin û fişar hene ku ev agahî dernekevin û neyên ragihandin û ev hemû jî di berjewendiya hinek partiyên Herêma Kurdistanî de ne.

Operasyonên leşkerî yên artêşa Tirkiyê li bakurê Iraqê di demekê de ye, ku hikûmet û tevgerên siyasî yên Iraqê bi tundî li dijî hebûna leşkerî ya Enqerê li bakurê Iraqê ne û dibêjin, êrişên balafirên Tirkiyê yên berdewam serweriya wî welatî binpê dike. Di vê rewşê de PDKê xwe li hemberî van kiryar û êrişên dewleta Tirkiyê bê deng kiriye û xwe bi rêketinnamên siyasî û aborî yên xwe û hikûmeta Tirkiyê mijûl kiriye.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*