?>

Bersiva Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bo nameyên rayedarên Hemas û Cîhada Îslamî ya Filistînê

Bersiva Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bo nameyên rayedarên Hemas û Cîhada Îslamî ya Filistînê

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di bersiva nameyên Serokê Ofîsa siyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hemas) û Sekreterê giştî yê Cîhada Îslamî ya Filistînê destnîşan kir: Dilên me di qada têkoşînên we da ne; Hûn ê serketina dawî bibînin.

ABNA24 : Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî roja Duşemiyê di bersiva bo nameyên Ismaîl Heniye, Serokê Ofîsa siyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hemas) û Ziyad Nexale Sekreterê giştî yê Cîhada Îslamî ya Filistînê, têkoşîna dijî xesbkerên Filistînê wek berxwedana li dijî zilm, kufr û istikbarê da zanîn û destnîşan kir: Dilên me di qada têkoşînên we da amade ne û diaya me jibo dewama serketinên we hertimî ye.

Hezretê ayetullah Xamineyî di bersiva nameya Ismaîl Heniye, Serokê Ofîsa siyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hemas) da ragihand: Têkoşîan we, berxwedana li dijî zilm, kufr û istikbarê ye û bi hêz û qaweta Xwedê hûn ê bi ser kevin û erdê pîroz dê ji hebûna xesbkeran paqij bikin.

Wî her wiha di bersiva bo nameya Ziyad Nexale Sekreterê giştî yê Cîhada Îslamî ya Filistînê da ragihand: Cîhada mezin û pîroz a we birayên filistînî, çavê hezkiriyên we li seranserî cîhanê ronî kir; Dilên me di qada têkoşînên we da amade ne û diaya me jibo dewama serketinên we hertimî ye.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*