?>

Bersiva Rûhanî bo nameya mîrê Qeterê

Bersiva Rûhanî bo nameya mîrê Qeterê

Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Dûhayê got: Bersiva Serokê Komara Îslamî ya Îranê bo nameya vê dawiyê ya mîrê Qeterê daye rayedarên Wezareta derve ya vî welatî.

ABNA24 : Hemîdreza Pûde, Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Dûhayê Pêncşemiyê bi şev di twittekê da qala radestkirina bersiva Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê bo nameya vê dawiyê ya Temîm bin Hemed Alê Sanî, mîrê Qeterê kir.

Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Dûhayê nivîsî: Min îro bersiva Dr. Rûhanî Serokomarê rêzdar ê welatê me bo nameya mîrê Qeterê cenabê Şêx Temîm bin Hemed Alê Sanî ku birêz Şêx Muhemed bin Ebdulrehman Alê Sanî anîbû Têhranê, radestî rayedarên Wezareta karên derve kir. Gotûbêja komî, navçeya bihêz û ewleh li ser bingeha hevkarî û têgihîştinê armanca du welatan e.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*