?>

Berxwedana Filistînê di bersiva cinayeta Rejîma Siyonîst nevendên vê rejîmê dan ber mûşekan

Berxwedana Filistînê di bersiva cinayeta Rejîma Siyonîst nevendên vê rejîmê dan ber mûşekan

Li gorî çavkaniya ji Xezayê de, komên Berxwedana Filîstînê yên li Xezayê, Qudis û yekîniyên niştecihan ên siyonîst ên li nêzî Xezayê topbaran kirin û nuqteyeke leşkerî ya li Xezayê kirin armanc. Ew êriş li ser bersivdana cinayet û êrişên Rejîma Îsraîlê li dijî filistîniyên li Qudisê pêk hat. Ew yek jî îşaretê bi şerekî leşkerî ya berfireh bi artêşa Rejîma Îsraîlê re dike.

ABNA24 : Ketaib El-Qesam, baskê leşkerî yê Tevgera Hemasê ragihand ku wê bi mûşekan derbeyek li bajarokên Îsraîlê yên li Qudisê daye, ku bersiva êrişên Îsraîlê yên li dijî filîstîniyên li qada Mescid El-Eqsa bidin.

Ketaib El-Qesam da zanîn ku ew amade ye bersiva êrişan bilind bike, heke êrişên dagirkeriyê dûbare bûn.

Artêşa Rejîma Îsraîlê îdia kir ku 7 mûşekên ku ber bi Qudisê ve hatine şopandine û wiha daxuyand: "Pergala parastina asîmanî mûşekek bê bandor kir. 4 moşek jî li derdora Qudisê ketin û dengê teqînan li tevahî bajêr hate bihîstin."

Girêdayî mijarê, Seraya El-Qudis ê baskê leşkerî yê Tevgera Cîhad El-Îslamî eşkere kir ku wê yekîniyên li Xezayê bi dehan moşekan topbaran kirin û nuqteyeke leşkerî ya Îsraîlê li rojhilatê Xezayê kir armanc.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*