?>

Beşar Esed: Helbijartina min tê wateya penase kirina niştimanperweriyê

Beşar Esed: Helbijartina min tê wateya penase kirina niştimanperweriyê

Serokomarê Sûriyê ji ber serkeftina xwe ya di helbijartinên serokatiya Sûriyê, ev serkeftin wek pênase kirina niştimanperweriyê da zanîn.

ABNA24 : Roja 26.05.2021ê helbijartinên serokomariyê ya Sûriyê li bajarên wî welatî û li bajarên Qamişlo û Hesekê yên bakurê rojhilatê Sûriyê birêve çû.

Di helbijartinan de herdu namzedên din ên Sûriyê Ebdula Ebdula û Mehmûd Meriî rikberiya serokê rejîmê Beşar Esed kirin. Hat ragihandin ku Beşar Esed zêdetir ji sedî 95ê dengan bidest xistin û ji bo 7 salên din bû serokomarê Sûriyê.

Beşar Esed di yekem gotara xwe ya piştî serkeftina helbijartinê de got: ‘’Dubare helbijartina min, pênaseya niştimanperweriyê ye.’’

Serokomar Sûriyê ku li gor destûrê 7 salên din jî serokomariya Sûriyê dê bike, alî û milîsên dijberên xwe wek ‘’Çêlek’’ pênase kir û ragehand: ‘’Cudayiya me şoreşgeriye li gel çêlekekî giya dixwa.’’

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*