?>

Bi dîmen... rewşa dawîn a ava Firatê

Bi dîmen... rewşa dawîn a ava Firatê

ANHA'yê nivîsîye: Kameraya ajansa me ava çemê Firatê li herêmeke nêzî bendava Tişrînê şopand. Ev 3 meh e rêjeya ava çemê Firatê ji ber qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirkiyê ve, pir kêm bûye.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Di dîmenan de eşkere dibe ku ava çemê Firatê li geliyekî bi kêmberiya kîlometreyekê bi deh metreyan kêm bûye.

Dewleta Tirkiyê rêjeya ava çemê Firatê ya ber bi xaka Sûriyê ve diherike, bi rêjeya ji sedî 60 heta 70 ji Çileya îsal ve ji miqdara li ser hatiye lihevkirin kêm kiriye, ew jî binpêkirina peymana ku di navbera Enqere, Şam û Bexdayê ya 1987’an de ye.

Li gorî peymanê, divê para Sûriyê ji avê di saniyekê de 500 metrekab be û Iraqê jî ji sedî 60 ji wê miqdarê werdigire. Ew yek jî li gorî çavdêran dewleta Tirkiyê ji salan ve şerê avê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

KÊMBÛNA AVÊ JIYANA BI MILYONAN ŞÊNIYAN DIXE XETEREYÊ

Kêmbûna avê gefan li beşên çandinî û endustriyê yên li hewza Firatê ya Sûriyê dike, li gel wê jî herêmên mîna Minbic, Kobanê, Reqa, Dêrazor û Helebê ava çem wek çavkaniya sereke ya ava vexwarinê bi kar tînin.

Bi kêmbûna ava çem re, bandor li bendavan bi rêya dayîna enerjiya kehrebeyê kir û zirareke mezin bi masî û zindiyên di çem de kir.

Her wiha rêveberiya bendava Tişrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê çarşema borî agahiyên li ser jinûve herikandina dewleta Tirkiyê ya ava çemê Firatê bi rêjeyeke bilind, derewandin.

Rêveberiya Bendavan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kiribû ku destwerdanê bikin, sûcên dewleta Tirkiyê rawestînin.

Dirêjahiya çemê Firatê ji serçaviya wî heta Kendava Farsê 2 hezar û 800 kîlometre ye. Lê dirêjahiya wê li xaka Sûriyê 610 kîlometre ye û di dehan bajar û bajarokan re derbas dibe.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*