?>

Bi sedan kesan li Televîvê li dijî “Danûstandina Sedsalê” xwenîşandan li dar xistin

Bi sedan kesan li Televîvê li dijî “Danûstandina Sedsalê” xwenîşandan li dar xistin

Çavkaniyên nûçeyan ragihandin bi sedan kes li navenda Telavîvê xwenîşandan li dar xistin û plana serokomarê Amerîkayê ya bi navê “Danûstandina Sedsalê” protesto kirin.

ABNA: ev xwenîşandana protestokirina plana serokomarê Amerîkayê Donald Trump ya bi navê “Danûstandina Sedsalê” duh di çarsî û kolanên navenda Televîvê li dar ket û ji bilî xelkê gelek ji parlemanterên partî û nûnerê rêxistinên mafê mirovan tê da beşdar bûn.

Neraziyên vê planê bi rakirina plakardên ku ser wan bi zimanê Êbrî û Erebî nivîsîbûn: "Riyeke din jî heye", "Em Plana Amerîkî Naxwazin" û " Erê ji Aştiyê re, Na ji zêdekirina Qiraxa Rojava Çemê Urdinê re". Bi vî awayî xwenîşanderan Plana Trump li dijî aştiyê dan zanînê û ew red kirin.

Serokomarê Amerîkayê Donald Trûmp roja sêşemê li cem serokwezîrê Rejîma Siyonîstî Benyamîn Netanyahu li Koşka Sipî hûrgiliyên pana xwe ya bi navê  “Danûstandina Sedsalê” ku planeke tam li dijî mafên filistîniyan e eşkera kir. Ev plana Trump bi hevkariya hin welatên erebî yên wekî Erebistan, Behreyn û Îmaretê amade bûye û bi rê ve diçe.

Li gor vê planê Quds bitûm pêşkêşî Rejîma Îsraîlê bûye û Mafê berxwedanê û vegerîna awareyên filistînî bo malên xwe tam ji filistîniyan hatiye standin û bajarokên siyonîstan di nav axa Filistîniyan dimînin û ew ser axa dagîrbûyî zêde dibin û Filstînî bi tenê li erdên din ên mayî li qiraxa rojava Çemê Urdinê û Zîvala Xezê dikare pêk were.

Gelek ji welatên cîhanê û rêxistinên navneteweyî û rayedarên siyasî û olî yên misilmanan ev plana qirêj şermezar kirin.

Amerîka bi planên wiha eşkera kir ku piştgirê sereke yê cinayetên siyonîstan e.

...........
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*