?>

''Bi zêde ji 80 hezar nasnavî dê pirtûk li nîşangeha pirtûkan a Kurdistanê werin raberkirinê''

''Bi zêde ji 80 hezar nasnavî dê pirtûk li nîşangeha pirtûkan a Kurdistanê werin raberkirinê''

Nehemîn nîşangeha navnetewî ya pirtûkan a Kurdistanê dê ji 1 heta 15`ê Cotmehê jibo raberkirina 80 hezar û 836 nasnav-pirtûkî li cihê dayîmî yê nîşangehên Sinê bi pişkdarîya weşanxanên navxweyî û derveyî were vekirinê.

ABNA: Rêvebirê Dayra Çand û Irşada Islamî ya Parêzgeha Kurdistanê Celal Qeleşaxanî îro di civîna çapemenîyê ya taybet bi Nîşangeha Pirtûkan de herwiha got: ''Tevî hemî mesele û pirsgirêkan û rewşa aborî, mideha 2 salên vê dawîyê de 3 dewre nîşangeha pirtûkan li asta parêzgehê li Sinê bi hegera pêşwazîya pirrcoş û germ a gel him ji hêla pişkdarî û seredanê û him jî ji hêla asta kirrînê hatine lidarxistinê.''

Rêvebirê Dayra Çand û Irşada Islamî ya Parêzgeha Kurdistanê Celal Qeleşaxanî herwiha bi bîr xist: ''Cîgirê Wezîrê Rewşenbîrîyê yê Herêma Kurdistanê Salar Osman jî yê digel desteyekê seredana nehemîn dewra nîşangeha pirtûkan a Parêzgeha Kurdistanê bike.''

Celal Qeleşaxanî herwiha got: ''Ew nîşangeha dê 6 rojan were lidarxistinê û her rojek jî jibo mêhwerekê ji wan wêje, zimannasîya zarok û tezelawan hatîye terxankirin û nawê navdarekî lê hatîye kirinê.''

........
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*