?>

Birêvebirê Taxima Hikûmeta Iraqê: Bi zûtî pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê çareser dibin

Birêvebirê Taxima Hikûmeta Iraqê: Bi zûtî pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê çareser dibin

Birêvebirê Taxima Hikûmeta Iraqê pêşbînî kir ku bi zûtî piraniya nakokî û pirsgirêkên navbera dewleta Fedral a Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê çareser dibin.

ABNA: Birêvebirê Taxima Hikûmeta Iraqê Neîm Hemîd El-Xezî duh li hevpeyvîna bi nûçegihanan re got: Pir muhtemel e,bi zûtî piraniya nakokî û pirsgirêkên vê demê navbera dewleta Fedral a Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê  çareser bibin.

El-Xezî herwiha li vê barê de got: Ji bo çareseriya pirsgirêkên ser neftê, derbasgehên sînorî, kêşeyên ser Kerkûkê û meselên din taximeke muzakireyê mijûlî hewldanê ye.

Birêvebirê Taxima Hikûmeta Iraqê  herwiha bi bîr xist ku taximên hevpar ên dualî gotûbêjên xwe bona çareseriya pirsgirêkên hanê berdewam dikin û bi zûtî ew gişk werin safîkirin.

.......
340-

ABNA:

Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*