?>

Biryara PDK û YNK jibo bidawîanîna nakokiyan

Biryara PDK û YNK jibo bidawîanîna nakokiyan

Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) û Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) di civînekê li Hewlêrê, biryar dan ku nakokî û kêşeyên navbera xwe da bi dawî bînin.

ABNA: Di çend rojên bihurî da hin kêşe û nakokî navbera PDK û YNKê li pey rêgirtina hêzên ewlehiyê yên Hewlêrê li hemberî hatina Mehmûd Sengavî endamê ofîsa siyasî ya YNKê bo vî bajarî qewimîn ku bi gullereşandina kesên nenas ber bi ofîsên van du partiyan li Hewlêr û Silêmaniyê gurr bû, lê van du partiyan civînek li Hewlêrê li dar xistin û biryar dan ku van kêşeyan bi dawî bînin.

Bilind Îsmaîl berpirsê Baska 16 ya PDKê li bara vê civînê ji medyayên PDKê ra got ku armanca civîna navbirî wêdadayîna kêşeyên navbirî bûye û du aliyan biryar dane ku van êrîşên medyayî li dijî hevdu bi dawî bînin.

Wî her wiha got ku di civînê da rayedarên van du partiyan biryadr dane ku di sê rojên din da civîneka din bi arm,anca damzirandina hevpeymaniya Kurdistanî bi mebesta beşdariya di Hilbijartina Konseya Parêzgariya Kerkûkê û navçeyên din ên dikevin bin Xala 140an a Qanûna Bingehîn a Iraqê ku hemî partiyên Herêmê digire ber xwe, li dar xînin.

.......
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*