?>

Bombeyek li taxeke kurdan a Kerkûk hat îmhakirin

Bombeyek li taxeke kurdan a Kerkûk hat îmhakirin

Li gor zanyariyan îro roja çarşemê 02.06.2021ê li parêzgeha Kerkûkê bombeyeke çandî li taxeke kurdan hat îmhakirin.

ABNA24 : Bombeyeke çandî li taxa Penca Elî ya kurdan hatibû bi cîkirin û li gor zanyariyan ew bombe ji aliye hêzên emnî yên Iraqê ve hatiye îmhakirin.

Piştî ku roja 16ê Cotmeha 2017an hêzên Iraqê kontrola Kerkûkê girtin destê xwe ewlehiya vî bajarê li stuyê xwe girtin û Lê belê ji ber liv û tevgerên hêzên veşartî yên DAIŞê, rewşa ewlehiya Kerkûkê baş nîne û DAIŞ roj bi roj tevgera xwe zêdetir dike û rojane xelkê sivîl û hêzên ewlehiya Iraqê dike armanc û hêzên Iraqê jî nikarin rêgiriyê li DAIŞê bikin.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*