?>

Çalakiya PKK'ê li dijî artêşa Tirkiyê ya Colemergê

Çalakiya PKK'ê li dijî artêşa Tirkiyê ya Colemergê

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKK'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku 24'ê Gulanê hêzên wan li Colemêrgê li artêşa Tirkiyê dan.

(ABNA24) - Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKK'ê derbarê çalakiyên gerîlayên wê û bombebarana artêşa Tirkiyê daxuyaniyek weşand û tê de ragihand ku hêzên wê 24'ê Gulanê saet 12.00'an li ser rêya Colemergê û qada Derava Talê komek ji hêzên artêşa  Tirkiyê kirine hedefa xwe û ji mesafeyeke nêzîk derb li wan xistin, di vê çalakiyê de baş xuya nebû ku çend leşker hatine kuştin û çend leşker jî birîndar bûne.

Balafirên şer ên artêşa Tirkiyê jî bi heceta PKKê êrîşên hewayî anîne ser deverên curbicur li Herêma Kurdistanê. Di vê çarçoweyê de 26'ê Gulanê saet 10.30'an balafirên şer derdora gunê Rûsê ya herêma Heftanînê bombe kirine.

27'ê Gulanê saet 04.30'an balafirên şer qada Saca ya herêma Zapê bombe kirine.

PKKê dibêje di van bombebaranan de ti ziyan negihêştiye hêzên wê.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*