?>

Cejna salroja jidêbûna hezretê Mehdî (Xwedê di zuhûra wî de lezê bike) li seranserî Îranê

Cejna salroja jidêbûna hezretê Mehdî (Xwedê di zuhûra wî de lezê bike) li seranserî Îranê

Di şeva salroja jidêbûna rizgarkerê cîhana mirovantîyê hezretê Mehdî (Xwedê di zuhûra wî de lezê bike) de banga gelê Îranê ya Lebeyk ya Mehdî û Ey Saheb el Zeman deng veda.

ABNA: Bi boneya şeva jidêbûna rizgarkerê cîhana mirovantîyê hezretê Mehdî (Xwedê di zuhûra wî de lezê bike) esmanê seranserê Îranê şeva buhurî hat ronîkirinê.û welatîyan bi hegera belavbûna vîrûsa Koronayê û daxistîbûna warên pîroz, merasima Zîyareta Alê Yasînê bi awayê malbatî li malên xwe lidar xistin.

Îro Pêncşem 15`ê Şeibanê hevgavê 9`ê Nîsanê salroja jidêbûna rizgarkerê cîhana mirovantîyê hezretê Mehdî (Xwedê di zuhûra wî de lezê bike) danzdemîn imamê Şîeyên cîhanê ye.

Hezretê Mehdî (Xwedê di zuhûra wî de lezê bike) berbanga 15`ê Şeibana sala 255 a Koçî- Heyvî li Samerrayê hat dinê; bavê wî yê hêja, imam Hesen Eskerî (S) û dîya wî jî xatûna hefad Nercisxatûn bû.

Hezretê Mehdî (Xwedê di zuhûra wî de lezê bike) piştî ku jidê bû, nêzî 5 salan di bin sergêrîya bavê xwe da bi awayê nihênî jîya.

Piştî şehîdbûna imam Hesen Eskerî (S) di sala 260 a Koçî-Heyvî de dewra Xeybeta Piçûk destpê bû û heta sala 329 a Koçî-Heyvî berdewam bû.

Hezretê Mehdî (Xwedê di zuhûra wî de lezê bike) di vê dewrê de bi rêya 4 cîgir û wekîlên xwe kar u barên gel birêve dibirin.

Dewrana Xeybeta Mezin a Hezretê Mehdî (Xwedê di zuhûra wî de lezê bike) jî ji sala 329 a Koçî-Heyvî destpê bûye.

...............
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*